Serokê Komeleya Şanoyê ya Mersînê, Salîh Yildirim nerazîbûn nîşanî bihabûna salonên şanoyê yên şaredariyê da û got: “Heke şaredariyên Mersînê ji kesên huner diafirînin re nebe alîkar, dê ti ferqa wan ji şirketên bazirganiyê nemîne. Divê şaredarî salonan kêmbuiha bike.” 

Serokê Komeleya Şanoyê ya Mersînê Salîh Yildirim li hember bihabûna kirayên salonan nerazîbûn nîşan da û got, divê rêveberiyên herêmî destekê bidin komên herêmî yên şanoyê.  Yildirim da zanîn ku her sal havînê, gelek lîstik derdikevin ser dike û ji ber ku salonên şanoyê îsal bûha ne, sezona şanoyê sekiniye. Yildirim diyar kir ku ji ber organizasyona bazirganan kirayên salonan buha bûne, ev yek tesîrê li wan dike û wiha peyivî: “Ev fiyat ji bo komên herêmî yên şanoyê gelekî buha ye. Şanoger nikarin heqê salonan bidin. Şaredarî ji bo xizmeta gel hene. Divê şaredarî li xizmeta şanoyên herêmî jî bifikire.” 


‘Divê şaredarî destekê bidin’ 

Yildirim di dewama axaftina xwe de got: “Heke şaredariyên Mersînê ji kesên afirînerên huner re, nebin alîkar, dê ti ferqa wan ji şirketên bazirganiyê nemîne. Pêwîst e ku şaredarî dev ji van helwestên xwe berdin. Divê şaredarî bihabûna salonan kêm bike.” Yildirim destnîşan kir ku bi taybetî li Mersînê rêveberiyên herêmî destekeke xurt bidin komên şanoyên herêmî û di vê çarçoveyê de yekîneyên çand û huner yên şaredariyan jî karê xwe bi cih neanîne. 

Yildirim bi bîr xist ku şaredariya DBP’î ya Akdenîzê beriya qeyûm, bi fiyatên guncaw salon dida wan û piştî tayînkirina qeyûm, şaredariyê hemû deriyên xwe li şanogeran girtine. 


 DÎHABER / MERSÎN