Berdevka Koma HDP’ê Ebru Gunay, got, divê mafê jiyanê yê girtiyan bê parastin. Wê nerazîbûn nîşanî “polîtikayên ne wekhev” ên desthilata dewleta Tirk da û got, “Parastina li djî vîrusê niha tenê rêyek heye. Ew jî divê em li malên xwe bimînin. Xwe û civaka xwe biparêzin.” Li aliyê din parlamentera Amedê Semra Guzel ji wezîrê Tirk ê Tenduristiyê pirsî çima kîten teşxîsa vîrusa koronayê ji Kurdistanê re naşîne. Yekîtiya Alimên Misilman a Cihanê jî bang li hikûmetan kir da ku ji bo parastina jiyana mehkûm û girtiyan, wan berdin. Di vê navê de li Amedê welatiyekî 49 salî ji ber vîrusê wefat kir û li Swêdê jî kurdistaniyekî din ji ber vîrusê wefat kir û ev Kurdistanî kurê Seydayê Cegerxwîn, Keyo Hassan Cegerxwîn e. Li aliyê din raporeke bijîşkên destwerdana lezgîn a Elman ên çûn Strasbourgê ku li Fransayê navenda Epîdemiyê ye, Elmanya hişyar kir, dibe ku rewşa tenduristiyê li Elmanyayê jî weke Strasbourgê bibe ku bijîşkan lê êdî biryar daye ku nexweşên di ser 80 salî ve bi mekîneyên bêhnstendinê ve girê nedin.

Dewleta Tirk tevdîran nagire

Berdevka Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebru Gunay, têkildarî bûyerên dawî li avahiya HDP’ê ya Amedê civîna çapemeniyê di ser medya civakî û înternetê re li dar xist. Gunay, ji ber şewba vîrusa koronayê got, “Ji ber vîrusa korona ku wekî şewbê li hemû deran belav bûye, me rast dît ku em li ser medya civakî daxuyaniyê bidin. Di van rojan de divê em bi tevdîr tev bigerin, em ê bi hev re biserkevin.”

Gunay got, xemsariya hikûmeta Tirk wê rê li ber felaketeke pirr mezin a mirovî veke: “Îqtîdara AKP’ê çi dike? Israr dike ku tevdîrên pêwîst negire. Rêbaza herî baş û bi bandor a parastina li dijî vîrusê ew e ku mirov ji malên xwe dernekevin. Lê ji bo ev yek pêk neyê hikûmet israr dike. Şert û mercên ku gel li mala xwe bimîne ava nake. Ji keda karker û kedkaran dixwe û fona wan a betaliyê ji ser wan qut kiriye. Heger vê fona betaliyê niha nedin karkeran wê kengî bidin wan. Heger baca ji gel birriye îro di van rojan de ji bo gel xerç neke wê kengî xerç bike.”

Em civaka xwe biparêzin

Ebrû Gunay, da zanîn ku wekî HDP’ê wan berê hişyar kir û niha jî hişyar dikin û xwest her kes li dijî vîrusê ji bo parastina xwe û civakê ji malên xwe dernekeve: “Divê em hemû ji bo tenduristiya xwe û civaka xwe teqez ji malên xwe dernekevin. Em careke din bang li hikûmetê dikin. Divê bi lez hikûmet deynê kirê û fatoreyan rawestîne. Divê wezîr derxistina karkeran a ji kar qedexe bike. Divê fona betaliyê bê şertûmerc bê dayîn. Divê em jî derve û bazarê li xwe qedexe bikin.”

Dijminatiya li Kurdan li pêş e

Ebrû Gunay, polîtîkayên AKP’ê yên bi qeyûman dagirkirina şaredariyên Kurdistanê jî rexne kir û got, “Ev dijminantiya gelê Kurd e. Di vê felaketa şewba vê vîrusê de bi qeyûm 8 şaredariyên me dagir kirin. Em pir zelal dibêjin navê vê yekê dijminantiya Kurdan e. Gelê Kurd vê zilma li wî tê kirin qebûl nake.”

Dijminatiya dewleta Tirk ya li Kurdan ne tenê ev e; berdevka koma HDPê Ebrû Guven got, di meseleya tevdîrgirtina li dijî şewbê de dewleta Tirk eşkere cudakeriyê dike. Hin mînakên vê cudakeriyê jî Ebrû Gunay wiha kirin rêz

  • Li tevahiya [Bakurê] Kurdistanê tenê navendeke tespîtkirina vîruse heye.
  • Li herêmê nexweşxane û kapatîseya wan kêm in.
  • Deriyên sînor berevajî daxuyaniya fermî vekirîne, welatiyên ji Wan û Agiriyê vê piştrast dikin.

Girtiyan hemûyan berdin

Ebrû Gunay pakêta darazê ya ku wê girtiyên sûcên edlî bide berdan, lê girtiyên fikr û yên siyasî wê di hepsê de berde û got, “Cudakeriyê nexin nava girtiyan. Ji bo me ya herî girîng mafê jiyanê, ewlehî û tenduristiya girtiyan e. Divê rêgeza wekheviyê esas be û qanûn ji bo her kesî lê be. Bi vê pakêtê siyasetvan, rojnamevan, niviskar û akademîsyen neyên berdan, lê endamên mafyayê û sûcdarên destavêtinê wê bên berdan. Ev bê wîcdanî ye, bê edaletiya herî mezin e.”

Ka kîtên teşxîsê?

Parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel ji Wezîrê Tenduristiyê yê Tirk Fahrettîn Koca pirsî ka çima kîtên teşxîsê naşînin nexweşxaneyên li Kurdistanê. Guzel di pêşniyazpirsa xwe de got, di serî de li Wanê û li bajarên Kurdan hemûyan pirsgirêka sereke, ew e ku test nayên kirin. Guzel xwest demildest kêmasiyên tenduristiyê hemû yên li bajarên Kurdan bên temînkirin.

YAMC jî berdana girtiyan xwest

Yekitiya Alimên Misilman a Cîhanê, ji ber belavbûna vîrusa korona (Covid-19) bang li hikumetan hemûyan kir da girtiyan berdin.

Yekitiyê di daxuyaniya da de got, “Divê bêmafî û zilma li ser girtiyan bê rakirin. Em dixwazin hemû bergiriyên ji bo tenduristiyê li welatan hatine girtin, bên bicihanîn.”

 
 

Li Amedê kesekî din ji ber vîrusê mir

   

Li Amedê, welatiyekî 49 salî yê testa wî ya Covid-19 pozîtîf derketibû, li Nexweşxaneya Perwerdê û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê wefat kir. Ev 9 roj bûn ev nexweş li nexweşxaneyê dihat dermankirin. Ji 48 nexweşên bi gumana Covid-19’ê li nexweşxanê tên dermankirin, testa 3’yan pozîtîf derketibû.

Keyo Cegerxwîn wefat kir

Kurê Cegerxîn, Keyo Hesen Cegerxwîn li payatexta Swêdê Stockholmê ji ber vîrusa koronayê wefat kir. Keyo Cegerxwîn ê 84 salî, ev du hefte bûn, bi vîrûsa koronayê ketibû.