Kluba Cûdî di bipêşxistina arezû û xurtkirina kêrhatinên bedenî ya hezkiriyên sporê, li navçeya Girkê Legê bi roleke mezin radibe. Her wiha hejmarek tîmên sporê yên cûr bi cûr perwerde dike.

Kluba Cûdî, girêdayî Yekîtiya Ciwanên Rojava ye û sala 2014’an ji bo xurtkirina sporê û bipêşxistina arezû û şarezayên sporî li gel hemû çînên ciwanan li navçeya Girkê Legê ya ser bi Dêrîkê, hate vekirin.

Gelek tîmên klubê hene: tîmên futbolê, pîngpong, voleybol, basketbol, kişik û tekwando. Hemû hezkiriyên sporê, çi zarok û ciwan, çi mêr û jin, di klubê de cihê xwe digirin.

   

Kluba Cûdî di çarçoveya amadekariyên maçên li Herêma Cizîrê de, niha du tîmên futbolê yên ciwan û zarokan hefteyê 3 rojan perwerde dike.

Werzîşvanê tîma ciwanan, Îhab Ebdulrehîm dibêje, ew di her sê maçên xwe de jî bi ser ketine. 

Ciwanên Girkê Legê hezkiriyê lîstka voleybolê ne. Klub di çarçoveya tevlîbûna turnûvaya Voleybolê ya li ser asta Qamişlo tê orgenîzakirin, perwedekirina her du tîmên ciwan û mêran didomîne.

 

Tekwando gula klûbê ye

Di kluba Cûdî de beşeke din ji bo fêrkirina Tekwandoyê heye ku ji hunerên şer tê hesêbê. Ciwanên navçeyê gelekî hez ji vê sporê dikin.

Mamosteyê ku perwrdeyê dide Hûsam Mensûr dibêje, ji ber ku Taekwondo ji hunerên şer e û hêzekê dide laşê mirov, ciwan dixwazin fêrî wê bibin.

   

Mensûr diyar dike ku kluba Cûdî bi dibistana El-Daydo ya navneteweyî ya fêrkirina Tekwandoyê re di nava têkliyan de ye û hemû bawernameyên ku ew didin, navneteweyî qebûl dibin ji dibistana Tekwando ya Koreya Başûr. Bêhtirî 200 kesî beşdarî dersan dibin. Kesên beşdar dibin jî ji 5 salî heta 45 salî ne. Kesê beşdar dikare piştî perwerdeya 3 salan kembera reş a hostetiyê ya navneteweyî wergire.

 

LÎNA CANGÎR -ANHA/QAMIŞLO