Greva birçîbûnê ya li bajarê Fransayê Strasbourgê di roja 25’an de ye. Doh ji bajarên Elmanyayê Munster, Osnabruck, Bielefeld, Essen û Freibûrgê xelk çû serdana çalakgeran.

Kurdên Anatoliya Navîn jî piştgirî dan çalakgeran.

Heyeta Mustafa Sarikaya, Dîlek Ocalan û Yuksel Koç jî di nav de miracaetî CPT’yê kir. Li ser çalakiyên greva birçîbûnê yên ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan û daxwazên çalakgeran, heyetê dosyeyek teslîmî CPT’yê kir.

Mustafa Sarikaya li ser hevdîtinê got, “Em bi şefê CPT’yê yê Maseya Tirkiyeyê Michael Neuratuer re axivîn û me dosya dayê.”

12’ê Çileyê li Parîsê ne

Çalakgeran li ser salvegera 6´an a Komkujiya Parîsê jî daxuyaniyek da. Berxwedêrên greva birçîbûnê ragihand ku ew ê beşdarî meşa 12’ê Çile ya li Parîsê bibin. Gulîstan Îke bi navê çalakgeran daxuyanî xwend.

Gulîstan Îke diyar kir ku ji roja destpêkê ve eşkere bû ku komkujî ji aliyê dewleta Tirk û MÎT’ê ve hatiye kirin û wiha peyivî: “Helwêsta dewleta Fransayê ku komkujiyê ronî nake, tê wateya şirîkatiya wê ya li sûcên qirrkirinê yên dewleta Tirk. Bi rêya komkujiyê xwestin bawerî û îradeya me bicerîbînin. Xwestin ku me ji eşqa têkoşînê ya Sakîne Cansiz, ji israra têkoşînê ya Rojbîn û ji hêviya paşerojê ya Leyla qut bikin. Xwestin têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd bê nasname bihêlin.”

Em ê soza xwe dubare bikin

Di dewamê de Îke bi bîr xist ku Leyla Guven li Amedê ev 64 roj in, Nasir Yagiz li Hewlêrê ev 51 roj in, 156 hepsiyên li hepsan ev 26 roj in, Îmam Şîş li Welatê Galiyan û ew jî li Strasbourgê ev 25 roj in di greva birçîbûnê de ne, û got, “Bêguman ev zilm wê biqede. Qesr û desthilatdariya wan wê bi dawî bibin. Berxwedêr wê wê rojê bi serbilindî pêşwazî bikin. Ji ber vê yekê, em bi biryar in ku heta encamê bigirin, çalakiya xwe bidomînin. 12’ê Çile di meşa Parîsê de em ê tevî gelê xwe soza xwe dubare bikin. Em ê coşa berxwedana Strasboûrgê  li qada çalakiyan nîşan bidin.”

 

STRASBOURG

   
 

Kolektîfa li dijî tecrîdê

 

Li herêma Bas-Rhin a Fransayê ku bajarê Strassbourgê jî lê ye, înîyasîtîfeke nû ji bo pêkhatina aştiyê li Rojhilata Navîn banga şikandina tecrîdkirina Ocalan kir. Şaxê Strabourgê yê rêxistina li dijî nijadperestiyê MRAP´ê, Komeleya Dostên Gelê Kurd li Alsaceê, Federasyona Partiya Komunîst a Fransayê (PCF) a Bas-Rhinê, Komîeteya Bas Rhinê ya Tevgera Aştiyê, saziyê Justice & Libertés, NPA 67, ACAP, Komeleya Zîn ji bo jinan, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Strasbourgê û

Partîzan bi vê înîsiyatîfê rabûne û navê Kolektîfa piştgiriya bi çalakgerên greva birçîbûnê re li xwe kiriye.

Girtiyên siyasî bila azad bibin

Înîsiyatîf îşaret bi tecrîda mutleq a li dijî Ocalan a ji 2016´an ve dike û dibêje, 7´ê Çiriya Paşîn a 2018´an Hevseroka KCD´ê Leyla Guven di hepsê de ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Ocalan, dest bi greva birçîbûnê kiriye.

Înîsiyatîf destekê dide 15 çalakgerên 17´ê Kanûnê li Strasbourgê dest bi greva birçîbûnê jî kirine jî û dibêje, “Weke kolektîfa piştgiriya bi çalakgerên greva birçîbûnê re, em ê bêdeng nemînin beramberî tecrîda mutleq û êşkenceya li serokê Kurd Abdullah Ocalan tê kirin û em destekê didin van daxwazên li jêr:

- dawiyê li tecrîda mutleq a Abdullah Ocalan bînin

- CPT bila biçe serdana Abdullah Ocalan û Leyla Guven

- Girtiyên siyasî yên li Tirkiyeyê bila azad bibin

- bila dawî li êrişên dewleta Tirk li dijî Rojava werin, lewma ev êriş wê bikin ku terorîstên DAIŞ´ê ji nû ve bên ser hemdê xwe.