Heyeta ji Wezîrê Perwerdeyê Îsmet Halîd, Wezîrê Çandê Kawa Mahmûd ên Rêveberiya Herêma Kurdistana Federal, Rektorê Zanîngeha Zaxoyê Dr. Lezgîn Cemîl, Şêwirmendê Nêçirvan Barzanî Zîrek Kemal, Hunermend Gulîstan Perwer û Alîkarê Rektorê Zanîngeha Artûklû û Mudurê Enstîtuya Zimanên Dijî Kadrî Yildirim, çûn serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê.


‘Dem dema yekîtiyê ye‘
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk, heyet li meqama serokatiyê qebûl kir. Turk di dema serdanê de bal kişand ser bûyerên li Rojhilata Navîn diqewimin ku firsendên mezin pêşkêşî Kurdan dikin û got,  Divê diyaloga li çar parçeyên Kurdistanê hîn bêtir bên xurtkirin."
Turk bal kişand ser kongreya neteweyî ya Kurd jî ku demekê di oxira wê de hin xebat hatin meşandin û anî ziman ku ev xebat neçûye serî.  
Li ser navê heyetê Wezîrê Çandê yê Rêveberiya Kurdistana Federal Kawa Mahmûd jî ragihand ku ew ji bo Ahmet Turk ziyaret bikin hatine û ji ber serketina di hilbijartinên herêmî de Ahmet Turk pîroz kir.
Mahmûd diyar kir ku divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tavilê bigihêje azadiya xwe û destnîşan kir ku eger ev yek pêk were, wê ji bo aştî û demokrasiyê gaveke girîng hatibe avêtin.
Piştî hevdîtinê heyet ji avahiya xizmetê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê derket.

MÊRDÎN