Li bajarê Elmanyayê Bremenê, di panelekê de peyam hate dayîn ku divê li hemberî feraseta AKP-MHP’ê piştgiriya HDP’ê were kirin. Li vir parlameneterê berê yê HDP´ê Hasîp Kaplan di panelê de axivî û diyar kir ku ew ê biryara veguheztina sindoqan pûç bikin. Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret û Hevşaredarê Xinisê Hasan Basrî Firat jî beşdarî panelê bûn.

Beriya panelê Kaplan û heyeta pê re, çûn serdana Cemxaneya Bremenê bi rêveber û endamên wê re sohbet kirin. Heyet piştre tevlî kongreya eyaletê ya Partiya Çepgir bûn.

Kaplan li pêşberî 700 beşdarên panelê got, ew ê biryara veguheztina sindoqan pûç bikin û ew ê gel bibin ser sindoqan.

Kaplan nerazîbûn nîşanî betalkirina namzetan da û diyar kir ku gel wê li ser sindoqan bersiva vî tiştî jî bide.

Leyla Îmret jî bal kişand ser polîtîkayên hilweşandinê yên Erdogan ên li Kurdistanê û got, “Ji bo ku em pêşiya hemû dek û dolaban bigirin, em ê bixebitin.”