SILAVA ABDULREHMAN/MÛRADA KENDA

ANHA/QAMIŞLO

Hevseroka Desteya Çand û Huner a Herêma Cizîrê, Bêrîvan Xalid anî ziman ku armanca wan bi lidarxistina pêşangeha pirtûkan belavkirina çanda pirtûkxwendinê ye û ji bo bibîranîna rewşenbîr Hisên Şawîş (Herekol) e.

Bi sponsoriya Desteya Çand û Huner a Kantona Qamişlo û bi beşdariya weşanxane û saziyên çandî li Rojava doh pêşangeha duyemîn a pirtûkan li Rojava bi dirûşma “Em bi xwendinê dijîn” hate lidarxistin.

Pêşangeha duyemîn bi navê rewşenbîr Hisên Şawîş (Herekol) hatiye binavkirin. Gelek weşanxaneyên Rojava, sazî û rewşenbîr tevlî pêşangehê bûn.

Di pêşangehê de baskê taybet ên pirtûkan heye. Her wiha dê semîner di nava 5 rojan de werin dayîn û pêşangehên fotoyan werin lidarxistin.

Di vê çarçoveyê de hevseroka Desteya Çand û Huner a Herêma Cizîrê, Bêrîvan Xalid anî ziman ku armanca wan bi lidarxistina pêşangehê ew e ku tevgera belavkirinê û bipêşxistina xwendinê li herêmên Rojava - Bakurê Sûriyeyê bi pêş bixin. Bêrîvan her wiha diyar kir ku ji bo bibîranîna şehîdê rewşenbîr Herekol ku rola wî di tevgera çandî li Rojava de heye, pêşangeha wan tê lidarxistin.

Pê re xwendin belav bû

Bêrîvan destnîşan kir ku ev duyemîn pêşangeh e tê lidarxistin û got: “Tevî hemû zehmetiyan jî pêşangeha destpêkê baş derbas bû. Pêşangehê çanda xwendinê bi pêş xist.”

Beşeke taybet ji bo pirtûkên Ocalan

Bêrîvan diyar kir ku tişta ku di pêşangehê de balê dikişîne ku baskekî taybet ê pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heye, her wiha dê pêşangehên wêneyan bi tevlîbûna şervanên YPJ/YPG`ê û hêzên Asayîşê were lidarxistin.

Dê gelek jin tevlî bibin

Hevseroka Desteya Çand û Huner, Bêrîvan Xalid rola jinan di aliyê çandî de û bi rengekî teybet di pêşangeha pirtûkan a salane de anî ziman û wiha dewam kir: “Di pêşangeha yekemîn de jinan roleke pirr girîng lîst û nivîskar Ronak Mûrad di sala borî de hate xelatkirin li ser pirtûkên ku pê beşdar bû û hejmara wan 10 bû. Hejmara jinan di pêşangeha yekemîn de pirr zêde bû, ji ber wê jî ew bi hêvî ne ku hejmara wan di vê pêşangehê de jî zêde be.”

Gelek weşanxane û sazî beşdar dibin

Îsal weşanxane, saziyên çandî, Akademiyên Civaka Demokratîk, Desteya Çand û Hunerê, Yekitiya Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê, Komeleya Çandî ya Suryanî, kovara Sormeyê, Pirtûkxaneya Manîsa, nîviskar Salihê Hyedo, weşanxaneya El-Tekwîn, weşanxaneya El-Zeman, weşanxaneya Şilêr, Yekitiya Nîviskarên Kurd a Sûriyeyê, Yekitiya Rewşenbîrên Minbicê, Yekitiya Rewşenbîrên Kobanê, Yekitiya Rewşenbîrên Cizîrê, Yekitiya Rewşenbîrên Tebqayê, Yekitiya Rewşenbîrên Efrînê, Yekitiya Nivîskarên Kurdistanê yên Sûriyeyê dê beşdarî pêşangehê bibin.

Îro bi rê ve diçe

Pêşangeha duyemîn a pirtûkan li Rojava îro li Hola Zana ya bajarê Qamişlo bi rê ve diçe. Pêşangeh dê 5 rojan dewam bike û ji saet 10:00’an heta 20:00`an vekirî be.  Yekemîn pêşangeha pirtûkan li Rojava, di 20`ê Tîrmeha 2017`an de bi dirûşma “Xwendin asoya ramanên mirovan berfireh dike” hatibû lidarxistin.