Peyva hiqûq, pirjimara peyva “heq” e ango maf e. Di ferhengan de hiqûq bi vî awayî hatiye ravekirin, “Maf, rêgezên ku mirov di nav civakê de li gorî wan tevdigere, rêgezên ku mafdar û neheqan ji hev cuda dikin.” Di ferhengeke îngilîzî de hiqûq wiha hatiye ravekirin: “Komerêgezên ku dad û aramiyê pêk tînin.”
Lê di ferhenga Saziya Zimanê Tirkî (TDK) de hiqûqê pênaseyeke cuda heye: “ Hemû qanûnên ku pergalê didin civakê û hêza sepandinê ya dewletê nîşan didin.”
Dema ku em bala xwe bidin van ravekirin û pênaseyên em ê bibînin ku gelek aliyên hiqûqê hene. Her kesî li gorî çemk û têgihîştina xwe wateyek daye peyvê. Lê di bingeha xwe de hiqûq destnîşankirin û dabînkirina dadwerî û parastina mafên mirovan e.
Rast e, di encamê de berberî û têkoşîna di navbera beşên cuda yên civakê de rengê qanûn û hiqûqê jî diyar dike. Wate; li welatekî civak çendî rêkxistî be û nemaze têkoşîna çînên bindest çendî xurt be, qanûnên wî welatî jî ev çend demokratîk dibin. Lê dawiya dawîn qanûn li gorî berjewendiyên hêzên serdest têne nivîsandin.
Her wekî ji pênasekirina ferhenga TDK’ê jî tê fêmkirin, rayedarên dewleta tirk ji hiqûqê tiştekî din fêm dikin. Ew her tim dixwazin hêz û quweta dewletê nîşanî mirovan bidin. Jixwe di rapirsîneke ku di nav dadgerên Tirkiyeyê de hatibû kirin de dadgeran bi awayekî zelal diyar kiribû ku ji bo wan tiştê herî girîng berjewendiyên dewletê ne. Ev tê çi wateyê? Ev tê wê wateyê ku ew dikarin ji bo berjewendiyên dewletê mafên mirovan binpê bikin.
Li hin welatan rêz û rêçikên hiqûqî cihê xwe girtiye, qanûn li gorî bayê siyasetê zû bi zû naguherin. Lê belê li Tirkiyeyê rewş cuda ye; ba ji kîjan hêlê bê, dozger û dadger jî berê xwe didin wî hêlê û li gorî wê helwesta xwe diguhêrin. Ji ber vê yekê jî tiştekî ku heyamekê wekî sûc hatiye dîtin, piştî heyamekê (bêyî qanûn biguherin) êdî wekî sûc nayê dîtin, an jî tiştekî ku bi salan wekî sûc nehatiye dîtin, ji nişka ve dibe sûc û bi salan ceza li kesên ku wî tiştî dikin tê birîn.
Bi kurtasî li her cihî qanûn di xizmeta serdest û serweran de bûne, lê li Tirkiyeyê ji her welatî zêdetir qanûn li xizmeta dewletê de ne. Her wiha li Tirkiyeyê her tim helwesta dadgehan li gorî rewşa siyasî guheriye, lê vê heyamê ji her demê zêdetir, dadgeh li gorî daxwaza rayedaran û rewşa siyasî biryaran digirin.
Ji ber vê rewşê îro li Tirkiyeyê hiqûq ji wateya xwe gelemperî pir dûr ketiye. Bi tenê li gorî wateya wê ya di ferhenga TDK’’ê tê meşandin. Dozger û dadger dixwazin hêza dewletê nîşan mirovan bidin. Lewma jî ew biryarên xwe ne li gorî heq û neheqiyê lê li gorî serwer û serdestên dewletê didin. Ji ber vê yekê jî li aliyekî kesên ku mirovan dikujin serbest digerin, aliyê din kesên ku pankarteke dadileqînin têne girtin û bi salan ceza li wan tê birîn. Bala xwe bidin vê rewşa sosret; li Roboskê 34 ciwanên Kurd ên bê sûc û guneh bi balafiran hatin kuştin, hê jî berpirs tên veşartin, kujerên tevkujiya Sêwazê bi ber bayê dembihurînê ketin, kujerên Hrant Dînk hatin berdan. Lê 6 sed xwendekar, sed rojnameger, bi dehan parêzer, bi hezaran siyasetmedar girtî ne.
Îcar her roj bi dehan sal li kesên ku bi temamî xebatên sivîl û demokratîk kirine tên birîn. Yekî ku stranekê dibêje, yekî ku afîşekî bi dîwêr ve dike, yekî ku dirûşmekê diqîre tê girtin û ceza lê tê birîn, lê kesên ku li ser navê dewletê mirovan dikujin nayên girtin.
Dema ku li welatekî hevsengiya qanûn û dadweriyê hingî xera bûbe, heqî û neheqî ev qas li bin guhê hev ketibe, heke li wî welatî hinek rabin qala “demokrasiya pêşketî” bikin hingê kesên ku heq û edaletê dixwazin heke nikaribin vê pergalê biguhêrin, dê dev li canê xwe bikin û cilên xwe biqetînin.
Dad, dadgeh û desthilatî