Di danişînê de îfadeyên şahidê nepen ê bi navê "Hayirli"yên hatibûn girtin hatin xwendin. Şahidê nepen di îfadeyên xwe de îdia kiriye ku Seyîthan Yaka ji aliyê KCK'ê ve hatiye peywirdarkirin û nivîsên ku ji Qendîlê ji Murat Karayilan û Cemîl Bayik hatine xwendiye û piştre jî çirandiye. Şahidê nepen ê bi navê "Hayirli" îdiayên xwe de gotiye ku dema civînan de hemû telefon têne komkirin û dikin nava poşeteke û civînên ku di bin navê Meclîsên Bajaran de tên lidarxistin jî Meclîsên Bajar ên KCK'ê ne. Şahidê nepen îdia kiriye ku "talîmatên" ku ji aliyê Seyîthan Yaka ve hatine xwendin ne yên Navenda Giştî ya DTP'a hatiye girtin nîn e û nivîsên ji aliyê KCK'ê ve hatine şandin, dema ku ev talimat hatine şandin jî Navenda Giştî ya DTP û rêveberiya bajar jî bêdeng dima.
Piştî ku îfadeyên şahidê nepen hatin xwendin, dozger xwest rewşa girtî ya bersûcan bidome û ji bo ku mutalayê amade bike jî dem xwest. Daxwaza girtiyan a ji bo ku mutalaya dozger bi kurdî bibersinîn jî ji aliyê dadgehê ve hate redkirin. Heyetê ev axaftin jî "zimanê ku dadgeha me fêm nake û tê texmînkirin bi kurdî ye" derbasî girtekan kir. Dema ku daxwaza îfadeya bi kurdî hate redkirin parlemantera BDP'ê ya girtî Gulser Yildirim got ku îfadeyên şahidê nepen ê ku gotiye KCK'ê de dixebite derew in. Yildirim piştre beşa kurdî ya parastina xwe ya ku bi tirkî û kurdî amade kiribû xwend. Yildirim bal kişand li ser tecrîda ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û diyar kir ku tecrîd dibe sedema girankirina şer.
Yildirim anî ziman ku ji ber vê yekê ew tecrîdê şermezar dikin û got ku ev dadgehên ku têne darizandin jî bi îdareya hikûmeta AKP'ê tevdigerin. Yildirim destnîşan kir ku ji ber vê yekê jî ev dadgeh bêîrade ne û rayeya wî ya darizandinê jî nîn e.
Heyetê parastin kir nava dosyayê. Piştre parêzer Erdal Kuzu diyar kir ku redkirina daxwaza parastina bi kurdî li dijî makeqanûn û qanûnên navneteweyî ne. Kuzu xwest şahidê nepen li cem mudafiyan jî biaxive. Heyeta dedgehê piştre navbereke kurt da û biryara berdewamkirina rewya girtîbûna bersûcan û redkirina daxwaza guhdarkirina şahidê nepen a li cen bersûcan red kir. Heyetê doz taloqî 26'ê çileyê kir.
AMED