PERVÎN YERLÎKAYA / STUTTGART
Li bajarê Elmanyayê Stuttgartê pêr dadgehkirina 7 Kurdistaniyan di 3 dozên cuhê de çêbû. Di doza dadgehkirina 5 Kurdistaniyan de ku piştî nîvrojê li hola di Hepsa Stuttgart Stammheimê de bi rê ve çû, ji ber ku 4 gunehbarên girtî bi mekanên camî ji hola rûniştina dozê hatin veqetandin, parêzeran îtîraz kir. Heyeta dadgehê piştî navbereke nîv saetê got, beriya niha jî di hin dozan de wisa hatiye kirin û israr kir ku bi vî rengî siyasetvanên Kurd ji holê bên qutkirin. Ji parêzerê siyasetvanên Kurd Martin Heiming ji heyeta dadgehê re got, "Jixwe heyet li cihekî bilind e, tedbîrên ewlekariyê jî hene. Li vir tiştekî zerarê bide we nîne. Hûn tohmetbarên li vir terorîze dikin." Piştî vê jî parêzer bi navberekê bi muwekilên xwe re şêwirîn û dan zanîn ku muwekilên wan jî vê yekê qebûl nakin û ew bi biryar in ku nehêlin dadgehkirin bi vî rengî dest pê bike. Parêzeran daxwaza guhertina heyeta dadgehê kir. Rûniştina dozê paşê hat taloqkirinî 8´ê Gulanê saet 09.00´an.
Çi lazim be em ê bikin
Piştî rûniştinê parêzeran metnek belav kir û pê got, " Ev demeke dirêj e em bi rewşekê re rûbirû ne ku gelekî cihê xemê ye. Serdozgerên dewleta Elman li gorî rejîma Erdogan dozên qaşo li dijî terorê li siyasetvan û aktîvîstên Kurd vedikin. tohmetbarên ku bi endametiya PKK´ê û alîkariya wê tên gunehbarkirin, li holên dadgehên ewlekariya herî bilind dikevin ber dozan. Ev yek gunehbaran dike rewşa sûcdar. Nexasim gava em li ber çav bigirin ku şahid îfadeyên bi nakok dane.
Vî kesî li gelek welatên Ewrûpayê doza penaberiyê kiriye. Ji Rêxistina Îstîxbaratê ya Elmanyayê re dibêje, heger mafê îqametê bidinê, ew ê agahiyan derbarê PKK´ê de bide. Hin pirsgirêkên wî yên taybet bi hin kesên di vê dozê de tên dadgehkirin, wî weke ku yên PKK´ê bin dane nîşan, ev ji bo xwe bi kar aniye û mafê îqametê wergirtiye. Em weke parêzer bi endîşe lê dihêrin ka ev pirsgirêkên şexsî çawa rê li ber dozên qaşo li dijî terorê divekin."
Parêzer Martin Heiming wekî din ji me re got, "Şertên fizîkî yên vê hola dadgehê, ne ji wan in ku karibin bên qebûlkirin. Heger dadgehkirin li vê holê dewam bike jî, maseyên em parêzeran ji bo sê kesan in û muwekilên me dikarin li cem me rûnên. Jixwe, muwekilên me li vê hepsê dimînin, ji ber wê jî, gava ku muwekilên me tînin dadgehê û di navberên 10-15 deqîqeyî de kelepçekirina wan jî em rast nabînin. Ji bo vê çi miracaet û îtîraz lazim bin em ê bikin."