Celal A. ku li bajarê Hannover ê Elmanyayê 4 Kurd kêr kirin û yek jê bi giranî birîndar kir, 3 salan serbest geriya û piştî dadgehkirina derengmayî beraet kir. Heyeta dadgeha eyaletê ya Hannoverê, îdîa kir ku êdî ne mumkin e ku ew bi detayên bûyerê zanibin, lewma jî ew mecbûr in qebûl bikin ku tohmetbarê nijadperest “bi xweparastinê” bi şêwazê DAIŞ´iyan stûyê Kurdekî jêkiriye.
12’ê Îlona 2015’an li bajarê Elmanyayê Hannoverê di dema xwepêşandaneke faşîstên Tirk de Celal A. êriş biribû ser Kurdên li deverê dimeşiyan. Dadgeha Elman hem tohmetbar serbest kir û em jî hişt ku şovê bike. Dozgeriyê xwest, ji ber hewldana kuştina çar kesan ji 6 heta 10 salan cezayê girtîgehê li Celal A. bê birîn. Tevî ku bi lêpirsîneke xurt îdîaname hate amadekirin jî êrişkar sê salan bi serbestî digeriya.
Bi kêrê êriş bir ser Kurdîaxêvan
Di dema xweşêşandana nijadperestên Tirk de, çend Kurd bi tesadûfî di cihekî nêzî xwepêşandanê re derbas dibûn. Celal A. bi kêrê kete nava koma Kurdîaxêv û bi gotina “Divê hemû Kurd bên serjêkirin” êriş bir ser Kurdan. 4 Kurdên ku ne li benda êrişê bûn, ji ber derbên bi kêrê birîndar bûn. Yek ji wan jî ciwanekî ji Rojavayê Kurdistanê yê bi navê Mazlûm Omer bû ku ji qirika xwe bi derba kêrê bi giranî birîndar bû.
Piştî rûniştinên ku 13’ê Tebaxê dest pê kir, dadgeha eyaletê ya li Hannoverê pêr biryara xwe eşkere kir. Dadgehê faşîstê Tirk bê sûc dît û dosya dozê jî girt. Di rûniştina dozê de Celal A. henekê xwe bi dadgehê jî kir û got, “Ez di rê de derbas dibûm, kêr di destê min de bû, wan xwe li kêra min xist.” Dadgehê tevî vê yekê jî faşîstê Tirk Celal A. bê guneh dît. Heyeta dadgehê îdîa kir ku ew êdî nikarin detayên bûyerê bi isehî zanibe, ji ber wê jî divê qebûl bike ku Celal A. di rewşa xweparastinê de tevgeriyabe.
Ez ji xwe nemirim
Jineke hazir li salonê got, “Ev der ne Sûrî û Tirkiye ye, ji me we bû ku li vir hiqûq heye” û nerazîbûn nîşanî biryara dadgehê da. Ciwanê Kurd, Mazlûm Omer ku tevlî rûniştina doh bû jî got, “Dewleta Elman neheqiyeke mezin li me kir.”
Parêzerê wî Christoph Rautenstengel jî rexne li biryarê girt û got, “Biryara beraetê ji bo muwekilê min nayê qebûlê.” Wî nexasim jî îşaret bi derenghiştina rûniştina dadgehê kir û got, ew ê li rêyên hiqûqî ji bo ku dozê bibe temyîzê bipirse.
Mazlûm Omer ê 29 salî, ji ber ku li cihê bûyerê gelekî xwîn jê çû û zû dest lê nehate werdan, birîndariyê gelekî xisar li bedena wî kir.
Omer ku ji ber derba kêrê ya li qirika wî ketî, bi zehmetî diaxive. Wî ji bo biryarê got, “Bi şens, ez wê rojê nemirim. Heger hinekî din xwîn ji min biçûya ez îro ne sax bûma. Gelo ji bo ku dadgeh ceza lê bibire, diviyabû ez bimirama?“
Omer bi bîr xist ku ti elaqeya wî bi xwepêşandana wê rojê tinebû, haya wî jî jê nebû û got, “Piştî wê rojê jiyan li min herimî. Demeke dirêj derman bûm. Gelo ez ê hesabê vê yekê niha ji kê bipirsim?”