Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê (DMME) elaqedarî hovîtiya mezin a li jêrzemînên Cizîrê ku ji sûcên giran ên şer e, miracaeta ji bo Orhan Tûnç qebûl nekir.

DMME'yê li ser qetilkirina 137 kesan ku salên 2015-2016'an li jêrzemînên navçeya Cizîrê ya Şirnexê pêk hat, biryara xwe da.

Di miracaetê de parêzer Ramazan Demîr nûnertiya dozê dikir. Dadgehê, mîna ku bi fikarên dadgeheke dewleta Tirk rabe, biryara doz ’nikare bê qebûlkirin' da. ev miracaeta hanê hîna dema Mehmet Tûnç sax bû ji bo birayê xwe Orhan Tûnç kiribû. Piştî ku Mehmet Tûnç û Orhan Tûnç Sibata 2016'an hatin şehîdkirin, miracaet hatibû nûkirin.

Bi serlêdanên bavê Tûnç, Ahmet Tûnç û serlêdanên Guler Yerbasan û Zeynep Tûnç daxwaza dozê hate dewamkirin. Di biryara DMME'yê de hate destnîşankirin ku di rewşa berdest de têkilî binpêkirina mafê mirovan a dema qedexeya derketina derve 36 doz hene.

Di miracaetê de hat gotin, bi sedema ku lêpirsîneke karîger di mijara şehîdkirina Orhan Tûnç de nehatiye kirin, xala 13'an hatiye binpêkirin. Her wiha hate gotin ji ber sedema êşkence û kirinên dermirovî xala 3'yan, têkilî jiyana taybet xala 8'an, têkilî parastina yekeretiya fizîkî û xalên têkilî serlêdana takekesî hatine binpêkirin.

Dadgehê di biryara xwe de got,  hê rêyên hiqûqa navxwe li Tirkiyeyê neqediyane, îşaret bi rêya miracaeta şexsî ya Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê kir. Dadgehê di encamê de bi yek dengî biryar da ku miracaet neyê qebûlkirin. Dadgehê bi vî rengî nîşan da ku ne kêmî dadgeheke li Tirkiyeyê ye û bi tirs û fikarên dadgehên Tirkiyeyê radibe û rûdine.

 

STRASBOURG