Dadgeha Îdarî ya Berlînê giliyê AZADÎ e.V.yê li dijî dewleta Elman di xisûsên sereke de red kir. Dadgehê got, hûn di dozê PKK´ê de alîkariyê didin kesên tên dadgehkirin.
Dadgeha Îdarî ya Berlînê doh ji bo di doza AZADÎ e.V. li dijî Wezareta Karê Hundir de biryarê bide rûnişt. Dadgehê giliyê sereke yê AZADÎ red kir; yanî navê AZADÎ e.V. wê di rapora îstîxbarata Elman de bimîne û li cihê ku lê ye wê bimîne. Dadgehê tenê li ser xisûsekî giliyê AZADÎ e.V.yê di cîh de dît. Li gorî vê ew gotinên dibêjin, AZADÎ e.V.yê fînansmana abonmana rojnameya me ji bo girtiyên siyasî yên Kurd ên li Elmanyayê di hepsê de dike, wê ji raporên 215 heta 2018´an bên derxistin. Li ser mijarê, Endamê Desteya Rêveber a AZADÎ e.V.yê Dr. Elmar Millich ê di rûniştinê de hazir, got, “Ya rastî, hêviya me hinekî kêm bû. Ka em ê çi bikin, em ê bi parêzerên endam û rêveberiyê re bipeyivin ka em ê çi gavan biavêjin.”
Komeleya alîkariya hiqûqî ji bo Kurdistaniyên li Ewrûpayê AZADÎ e.V. li dijî di nava rêxistinên radîkal de bi cihkirina navê xwe di rapora Saziya Parastina Destûrê (Îstîxbarata navxwe ya Elman) de doz li wezareta karê hundir a federal a Elmanyayê vekir. Rûniştina dozê doh sibehê li Dadgeha Îdarî ya Berlînê çêbû. Dadgehê biryara xwe hema piştî rûniştinê da û di xalên sereke yên giliyê AZADI´ de, îstîxbarata Elman û wezareta karê hundir a federal bêqisûr dît. Tenê di xisûseke piçûk de Dadgeha Îdarî ya Berlînê giliyê AZADÎ e.V.yê li dijî rapora îstîxbaratê heq dît.
Dadgehê di xisûsê hildana navê AZAD e.V.yê di raporên îstîxbarata navxwe de di nava strukturên wê bên şopandin de di cih de dît. Wê her wiha got, ne şaş e ku îstîxbarat di raporê de navê wê di beşa “Hewldanên radîkal û ên ji ewlekariyê re tehlûke ne yên biyaniyan (Îslamîzm ne tê de)” bi cih bike.
Herçî bi fînansekirina abonetiya rojnameya me Yeni Ozgur Politikayê ji bo girtî û hikûmxwarên siyasî yên Kurd li Elmanyayê ye, dadgehê îstîxbarata Elman neheq dît. Dadgehê ji îstîxbaratê xwest ku beşên li ser vê mijarê ji raporên 2015´an heta 2018´an derêxe.
Qedexe nebe kes mexdûr nabe
Li ser navê AZADÎ e.V.yê endamê Desteya Rêveber Dr. Elmar Millich ji me re peyivî û got, “Ya rastî, hêviya me hinekî kêm bû. Ka em ê çi bikin, em ê bi parêzerên endam û rêveberiyê re bipeyivin ka em ê çi gavan biavêjin. Karê me ew e em alîkariya girtiyên Kurd ên siyasî bikin, alîkariya madî bidin wan, û mesela di meşekê de alayek hilgirt, yan jî sloganek got û ew dan mehkemê, em alîkariya wan dikin. Mehhema Îdarî jî got, ev dozên PKK´ê ne, ji ber vê navê we hatiye nivîsîn. Em çi dibêjin, qedexeya PKK´ê nebûya ev mirov jixwe wê mexdûr nebûyana.”
Legal e lê tê krîmînalîzekirin
Bi vî awayî Dadgeha Îdarî ya Berlînê di xisûsên sereke de giliyê AZADÎ e.V. di cih de nedît. Azadî di îfadeya xwe de got, ew destekê dide wan kesên ku li gorî §129b ya qanûna ceza ya Elman bi tohmeta endametiya rêxistineke biyanî ya terorîst di hepsê de ne. Wê got, di raporan de hildana navê wê nehiqûqî ye û xwest belavkirina van raporan bê qedexekirin heger navê AZADÎ e.V. di wan de bê hildan. Ji bilî vî giliyî û jê serbixwe, AZADÎ e.V. bi bîr xist ku ew komeleyeke li gorî qanûnên Elman e û di bin navê “radîkaliya biyaniyan” de bicihkirina navê xwe jî red kir.
Qedexeya PKK´ê mexdûr dike
AZADÎ e.V. hizra xwe ya li ser qedexekirina PKK´ê jî beriya rûniştina dozê bi bîr xistibû û gotibû, “Armanca komeleyê ew e ku bi hevkariya bi rêxistinên civaka sivîl re balê bibe ser encamên neerênî yên qedexekirina PKK´ê li Elmanyayê ya ku sedemên wê jî siyasî ne. Û carinan jî desteka madî dide wan kesên bûne mexdûrê vê qedexeyê. Ev kes jî mînak, di dema xwepêşandanan de nîşanên YPG û YPJ´ê hildane.”
BERLÎN