Di çalakiya li dijî şer a li Frankfurtê de Bloka Rojava yek ji blokên herî mezin bû. Organîzatorên vê blokê li meydana dawî ya çalakiyê aksiyonên cihê kirin û peyama “Bijî Berxwedana Rojava” li vê meydanê dan.

Bi rasthatina 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cihanê li gelek bajarên Ewrûpayê çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de desteserkirina şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê hat protestokirin. Di çalakiya li Frankfurtê de ji bilî dagirkeriya şaredariyan, gefxwarinên dagirkeirina Rojava jî hat şermezarkirin. Çalakgeran di çalakiyê de peyama, “Dagirker Hemû ji Kurdistanê bicehemin da“. Li bajarê Elmanyayê Hamburgê jî bi wesîleya 1’ê Îlonê meşek hate lidarxistin. Di meşê de berpirsê KOM-MED’ê Yavûz Fersoglû diyar kir ku gelê Kurd bêriya aştiyê kiriye. Fersoglû bal bire ser wê yekê ku dagirkirina bi qeyûman a şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê, li dijî îradeya azad a gelê Kurd e. Meşa li Stasyona Trênê ya li Stepanh Platzê dest pê kirî jî li pêşiya Dêra St. George bi mîtîngekê bi dawî bû.

Di roja li dijî şer de Bloka ji bo Rojava

Bi hezaran mirov 1´ê Îlonê êvarê li bajarê Elmanyayê Frankfurtê li dijî şer meşiyan. Dostên Kurdan, înternasyonalîst û endamên komeleya Dostaniya Bajarên Kobanê û Frankfurtê di vê meşê de blokeke mezin ji bo Rojava çêkir ku di çarçoveya kampanyaya #RiseUp4Rojava de bi rê ve çû. Şaxê sendîkaya DGB´ê yê Frankfurtê û Dezgeha Aştî û Siberojê çalakî organîze kir. Şaredarê bajarê mezin Peter Feldmann (ji partiya SPD´ê) axaftina destpêkê kir û piştre jî li ser navê Komeleya Dostaniya Bajarên Kobanê û Frankfurtê axaftinek hat kirin. Komeleyê bal bire ser gefxwarinên Tirkiyeyê yên dagirkirina Rojavayê Kurdistanê, rewşa xirab a li Efrînê, bêdengiya raya giştî ya dinyayê û nexasim jî endamên NATO´yê. Komeleyê wekî din siyaseta hikûmeta koalîsyona mezin a Elmanyaya Federal a çekdarîkirina Tirkiyeyê jî rûreş kir.

Çalakiya #RiseUp4Rojava

Li Römerberg meş bi dawî bû û li vê meydanê di çarçoveya kampanyaya #RiseUp4Rojava de li ber avahiya şaredariyê çalakgeran bi bedenên xwe tîpa X çêkir da ku balê bibin ser dagirkirineke nû ya muhtemel a dewleta Tirk li Rojava. Di dema çalakiyê de li ser aliyên cihê yên Şoreşa Rojava jî agahî hatin dayîn. Dirûşmeyên sereke jî “Bijî Berxwedana Rojava” û “Dagirker hemû bicehemin ji Kurdistanê”

Mijara sereke dagirkeriya şaredariyan bû

Li bajarê Fransayê Lyonê bi wesîleya 1’ê Îlonê çalakî hate lidarxistin û desteserkirina şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê hate şermezarkirin.

Girse saet di 17.00’an de li Bellecourê hate ba hev û di çalakiyê de dagirkirina şaredariyên Bakurê Kurdistanê protesto kir.

Kurdistaniyan pankarteke mezin a ‘Erdogan şaredariyên Kurdan didize’ û alayên HDP’ê hilgirtin, û sloganên ‘Erdoganê terorîst’ û ‘Erdoganê dîktator’ gotin.

Li bajarê Fransayê Montpellierê jî bi wesîleya 1’ê Îlonê dagirkirina şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê hate protestokirin. Meşê li Parka Peyrou Pitot dest pê kir û heta Meydana Comedieyê dewam kir. Di meşê de belavokên li ser dagirkirina şaredariyan hatin belavkirin û sloganên ‘Erdoganê qatil’, ‘Tirkiyeya terorîst’ û ‘Azadî ji Ocalan re’ hatin gotin.

Kurd û Yewnan bi hev re

Bi pêşengiya Platforma Bakurê Kurdistanê-Tirkiyeyê ya Yekîtiya Çalakiyan a Yewnanistanê, li paytext Atînayê bi rasthatina 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cihanê, êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Başûrê Kurdistanê hatin şermezarkirin. Di meşa protestoyê de ji xeynî nûnerên gelek rêxistinên çepgir, Yewnan jî beşdar bûn. Di meşê de alayên PKK û KCK’ê hatin hildan û sloganên li dijî dagirkeriyê hatin gotin.

Meş heta meydana Syntagmayê dewam kir û derbarê gefên dewleta Tirk ên dagirkeriyê de belavok hatin belavkirin. Li ser navê Navenda Çanda Kurdistanê Erkan Amed nerazîbûn nîşanî gefên dagirkeriyê da û got, li hemberî desteserkirina şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê berxwedan wê her bidome.

Performansa hunerî ji bo aştiyê

Li bajarê Qibrisê Lîmassolê jî bi wesîleya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cihanê, Kurdistan di serî de ji bo şer û qetlîamên li dinyayê, şanoger Mûrat Yildiz li Parka Moloz a Lîmassolê pêşkêşiyeke dîtbarî kir. Di vê performansê de Cemîle Çakirga ya ku li Cizîrê hatibû qetilkirin û cenazeyê wê 10 rojan di sarincê de hatibû hiştin, bû mijara sereke. Gelên li Qibrisê fikrên xwe li defterekê nivîsandin û nepoxên ku bi gelek zimanan li ser wan ‘AŞTÎ’ hatibû nivîsandin jî firandin.

FRANKFURT