Dagirker bûn paleyên cenazeyan

Haberleri —

Gerîlayên Kurdistanê li Çelê ji 2 baskan ve li karwanê eskerî yê artêşa Tirk a dagirker xist û herî kêm 33 esker kuştin. Di çalakiyê de 3 maşînên zirxî bi temamî hatin rûxandin û artêşa Tirk a dagirker ji bo ku eskerên xwe ji deverê vekişîne, helîkopterên êrişê bi kar anîn. Navenda Ragihandinê ya HPG’ê diyar kir ku gerîlayên Kurdistanê li Çelê ji du baskan ve derb li karwanê eskerî xistine û herî kêm 33 eskerên Tirk hatine kuştin. Di daxuyaniyê de wekî din tê gotin, li Basayê jî 3, li Şirnexê jî eskerekî Tirk hatine kuştin. HPG´ê li ser çalakiyên 24 û 25´ê Tîrmehê daxuyaniyek nivîskî weşand û agahiyên berfireh li ser çalakiyên gerîlayan weşand. Li gorî vê gerîlayên Kurdistanê, di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de êvara 25’ê Tîrmehê saet 21:30’î derb li karwanekî wesayitên zirxî yên artêşa Tirk a dagirker xistin ku berê wê li navçeya Çelê ya Colemêrgê bû. Li nêzî gundê Çemê Bêdelê gerîlayan hemû maşînên eskerî yên di karwên de dan ber guleyan. HPG´ê da zanîn ku 2 wesayitên tîpa Kîrpî û wesayiteke tîpa ejder bi temamî hatin rûxandin û herî kêm 33 eskerên artêşa Tirk a dagirker jî hatin kuştin. HPG´ê wekî din got, artêşa dagirker bi alîkariya helîkopterên êrişê, cenazeyên eskeran rakirine û hêzên xwe ji herêmê kişandine. Gerîla li çalakiyan germ bû HPG´ê di daxuyaniya xwe de wekî din got, 25’ê Tîrmehê saet 15’an, gerîlayan li ser girê Koordîne yê jî eskerên artêşa dagirker ji çalakiyên xwe re kirine armanc, lê hejmara kuştî û birîndaran nekarîne zelal bikin. Ji bo çalakiya 24´ê Tîrmehê ya li Şirnexê jî HPG´ê ev agahî parve kirin: “Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şehîd Delal Amed û Şehîdên Bestayê de êvara 24’ê Tîrmehê li herêma Geliyoka ya navçeya Basa ya Şirnexê li dijî yekîneyeke veşartî ya artêşa TC a dagirker çalakiyek pêk anî. Ji nêz ve li yekîneya dijmin hate xistin û 3 esker hatin kuştin, 5 esker jî birîndar bûn.” HPG´ê wekî din da zanîn ku di çarçoveya heman pêngavê de gerîlayên Kurdistanê 25’ê Tîrmehê saet 17:30’an li dijî nîzamiyeya qereqola Findikê ya Şirnexê çalakiyek li dar xist û herî kêm eskerek di çalakiyê de kuşt. ANF/BEHDÎNAN
paylaş

Haberler


   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Tüm Hakları Saklıdır.