Li ser medya civakî pêr vîdeoyek belav bû ku bi vê vîdeoyê mirov têdigihîje bê ka hebûna dewlet Tirk li Başûrê Kurdistanê êdî çawa bûye rewşekî “asayî”. Her wiha çend roj berê peyamnêrê Spûtnîk Kurdistanê ragihandibû ku 31´ê Gulanê hêzeke leşkerên Tirk ketiye nava gundê Bermîze yê kenara çiyayê Xwakurkê li devere Sîdekanê. Muxtarê gundê Bermîze Ebdulrezaq Biradostî li ser ketina leşkerên Tirk ji Spûtnîk Kurdistanê re wiha ragihandibû: “Hêzên Tirk li deverê bi kêfa xwe hatûçûnê dikin, îro (31 Gulan 2018) ketine nava gund û piştre çûn mizgeftê nimêj kirin, li malên hin welatiyan nîvroj jî xwarin xwarin û piştre derketin.”
Çendî “asayî” bûye
Piştî daxuyaniyên muxtarê gundê Bermîze li ser tora civakî vîdeoyek hat belavkirin. Di vîdeoyê de leşkerên Tirk li heman gundî xwarina fitarê jî dixwin. Ji vîdeoya xwarina fitarê xuya dike ku hebûna dagirkeriya dewleta Tirk li Başûr çendî “asayî” bûye.