Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê diyar kir ku dewleta Tirk û komploker hemû wê bên têkbirin û destnîşan kir, "Heta ku dagirker ji xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya ku jiyana azad û demokratîk lê ava bûye bên qewitandin wê berxwedan bidome."
Hevserokatiyê daxuyaniyeke nivîskî weşand û çalakiyên ku di 12'ê Cotmehê de li qada navneteweyî ji bo piştevaniya Rojava hatin kirin silav kir. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em vê mirovahiya xwedî wijdan û exlaq bi navê gelê Kurd careke din silav dikin."
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dewleta Tirk a mêtinger qirker ku Kurd jê re 'Romî' dibêjin û komploker hemû wê bên têkbirin û hate gotin, "Em pê piştrast in ku gelên me û berxwedêr wê bi xurtî bi hev re bin û heta dagirkeran biqewirînin li ber xwe bidin."
ANF/BEHDÎNAN