
Desteya Karê Derve ya Efrînê Artêşa Tirk hişyar kir da ku sînorê Efrînê derbas neke û got: “Ên dagirkeriya Efrînê bikin, wê sax jê dernekevin.”
Desteya Karê Derve ya Rêveberiya Xweser a Katnona Efrînê têkildarî gefên dewleta Tirk ên li dijî katnonê, daxuyaniyek da û dewleta Tirk hişyar kir.
Desteyê got, “Ji destpêka aloziya Sûriyê ve Dewleta Tirk bûyerên li Rojava dişopîne û dixwaze ku vê aloziyê ji xwe re qezenc bike û Bakurê Sûriyê dagir bike. Li ser sînorê Rojava artêşa xwe bi hejmarên mezin bi cih kir. Di heman demê de bela xwe dide hêzên Kurdî yên parastina herêmê dikin. Gelek caran sînorê Efrînê derbas kir, bi hezaran darên welatiyên herêmê, hil kirin. Tevî vê yekê jî hêzên me xwe girtin û bi baldarî nêzî mijarê bûn da ku nekevin şerekî li dijî dewleta Tirk. Ji ber armanca sereke ya hêzên me şerê rêxistinên terorîst e.“
Siyaseta dekûdolaban a Tirk
Desteyê îşaret pê kir ku dewleta Tirk di asta navneteweyî de bi dek û dolaban li Cerablûs û Babê û paşê jî li başûrê Efrînê bi cih bûye, û armanca wê jî ew e ku dorê li Efrînê bigire û nehêle ku Kantonên Efrînê û Kobanê bigihêjin hev û wiha dewam kir: „Dewleta Tirk armanc dike ku sînorê xwe yê başûr ji Derya Spî heta Kerkûkê dirêj bike. Ji Heleb, Reqa û Mûsilê jî bixe nav vê yekê jî li gorî peymana Milî ya ji aliyê Mustefa Kemal Ataturk ve hatiye nivîsandin, pêk were.
Em armancên sereke yên dewleta Tirk baş dizanin, ew dixwaze Herêma Efrînê dagir bike. Yan herî kêm jî Çember û Embargoya li ser herêmê ku ev bi salan e ji aliyê komên çete yên girêdayî Tirkiyeyê ve pêk hatiye, dijwartir bibe.”
Desteya Karê Derve ya Efrînê, bi bîr xist ku Tirkiye qaşo ji bo şerê Cehbet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra) bike li xaka Sûriyê bicih bûye û wiha dewam kir: “Em di wê baweriyê de ne ku dê demeke dirêj di xaka Sûiryê de bimîne. Tevî ku li gorî peymana Astana dema mayîna wan û pêkanîna tifaqê, 6 meh hatine destnîşankirin.
Hêzên me gelek caran gotiye ew amade ne bersiva êrîşên Artêşa Tirk bidin. Yên derbasî Efrînê bibin, wê nikaribin sax jê derkevin. Şêniyên herêmê bi jin, zilam, mezin û piçûkên xwe li pişt van hêzan disekinin. Di heman demê de em gefên Erdogan cidî di ber çavan re derbas dikin. Dikare şaş bibe û êrîşî Efrînê bike. Em bang li hemû cîhana azad û rêxistinên mafê mirovan dikin ku li dijî Erdogan û gefên wî derkevin.”
EFRÎN