Bi sedan pêşmergeyên berê, ku dibêjin, "Bila dawî li dagirkeriya Tirk a li Başûr were" û "Em li Şengalê şerê Birakujî û xwekujiyê naxwazin" doh çûn Qendîlê û li Qendîlê daxuyanî dan û gotin, ew daxuyaniya Nêçîrvan Barzanî red dikin. 

Ji bo dawî li dagirkeriya Tirk a li Başûrê Kurdistanê were, ku ji 1992’yan ve li Başûrê Kurdistanê bi dehan baregehên leşkerî yên Tirk hene û nerazîbûna xwe li dijî şerê birakujiyê ku demên dawiyê bi daxuyaniyên Serokwezîrê Herêmê Nêçîrvan Barzanî dîsa ketibû rojevê, dewam dikin.

Bi vê mebestê doh bi sedan pêşmergeyên berê, ji Silêmanî, Kerkûk, Helebce, Şehrezor, Raperîn (Ranya, Qeladizê, Sengeser û hwd.) Germiyan, Koye, Teqteq û ji gelek deveran sibehê bi rê ketin û berê xwe dan Qendîlê. Li Qendîlê ji aliyê welatiyan ve hatin pêşwezîkirin.

Ne gerîla dagirker bila derkevin!

Pêşmergeyan li Qendîlê daxuyanî da û got, yên ku divê ji Başûrê Kurdistanê derkevinvin dagirkerên Kurdistanê ne û ev yekem rêya çareseriya pirsgirêka yekîtiya neteweyî ye.

Daxuyanî li Çiyayê Kurtekê hat dayîn, li ser navê Welatiyên Binarê Qendîlê, Şêx Mihemed destpêkê axivî, di serî de bixêrhatina pêşmergeyan kir û got, kes nikare êrîş bike Qendîlê û Qendîlê dagir bike.

Daxuyaniya Nêçîrvan Barzanî xizmeta dijminan dike

Piştre jî pêşmergeyê berê Omer Hacî Hisên axivî û got; "Dewleta Tirk dixwaze van destketiyên gelê Kurd ji holê rake. Ji ber vê yekê divê gelê Kurd li dijî pîlanên dewlata Tirk hişyar be.  Em weke pêşmergeyên berê piştgiriya bangewaziya KCK'ê ya ji bo lidarxistina kongreya neteweyî dikin, ev ji bo parastina destketiyên gelê Kurd pêwîst e. Daxuyaniya Nêçîrvan Barzanî em red dikin. Ev daxuyanî tenê xizmeta dijminê gelê Kurd dike."

Piştî ku daxuyanî temam bû, pêşmergeyên berê serdana goristana şehîdan a li Qendîlê kir.


MIHEMED HESEN / ROJNEWS / RANYA