Di encama topbarana Artêşa Tirk a Dagirker a li dijî gundê Aşmê yê ser bi Kobanê ya Rojavayê Kurdistanê, ziyan gihîşt mal û milkên welatiyên sivîl. Piştî êrişê jî li deverê bêdengiyek heye. Welatiyên Aşmê jî dan zanîn, piştî ku Artêşa Tirk zêdegavî kir, sînor binpê kir û hewl da gundê wan dagir bike, wan jî tevî şervanan bergiriya erd û rûmeta xwe kiriye.

Di encama topbarana dewleta Tirk a li dijî gundê Aşmê yê ser bi Kobanê de di navbera şervanên YPG/YPJ′ê û Artêşa Tirk a dagirker de şer qewimî. Di encamê de sê eskerên Tirk hatin kuştin û hejmarek esker jî birîndar bûn.

Piştî şer, niha li herêmê bêdengiyek heye û carinan balafirên şer li ezmanê gund digerin.

Welatiyên gund bi xwe, ji ber sekvanên Tirk, bi tirs tevdigerin û xwe li pişt malan vedişêrin.

Tevî hedefgirtina gund û xetera li ser herêmê, welatiyên gund bi israr gundê xwe bi cih nahêlin.



Her tiştî bi provokasyona artêşa Tirk dest pê kir

Welatiyên gundê Aşmê ku rastî êrişa artêşa Tirk a dagirker hatin, got, “Artêşa Tirk êriş kir û me jî li kêleka YPG’ê parastina gundê xwe kir.”

Artêşa Tirk a dagirker li seranserê sînorê Rojavayê Kurdistanê, bi êrişên li dijî hêzên YPG û YPJ’ê dixwaze ji xwe re hincetên êrişan çêke. Jixwe di dezgeyên çapemeniya xwe de dewleta Tirk her roj derbarê Efrînê de derewan dike û bi vî awayî dixwaze êrîşên xwe rewa bike. Wê pitir pêr Kobanê ji êrişên xwe re kir armanc.

Di 4 rojên dawî de li ser sînorê Kobanê, li herêma gundê Aşmê, di nav şervanên YPG û YPJ’ê û artêşa dagirker de şer qewimî. Eskerên artêşa Tirk 12’ê Kanûnê bi şev, bêyî ku sedemeke wê hebe êrişî sengerên şervanên YPG û YPJ’ê kir, li vir şervanek brîndar bû.


YPG´ê pêşî li dagirkeriyê girt

Roja piştî wê jî saet 10.00’an, yekîneyeke artêşa Tirk xwest sînor derbas bike û beşek ji xaka gundê Aşmê dagir bike. Li vir bi armanca destwerdana li hemberî dagirkeriya artêşa Tirk û şervanên YPG û YPJ´ê bersiveke hişk da.

Di encama şer de ku qederê saetekê dewam kir, herî kêm 3 esker hatin kuştin, hejmarek ne diyar jî brîndar bûn; li gorî daneyên destpêkê, maşîneke eskeran hate îmhakirin. Herî dawî jî eskerên Tirk neçar man ku vekişin.



Her xwe diavêjin bextê derewan

Lê dezgehên çapemeniya Tirk, careke din xwestin vê rastiyê berovajî bikin û got, “YPG êrişî eskeran dike”. Ya ku ji van hewldan û provokasyonan diyar dibe ew e ku dewleta Tirk a dagirker, weke ku di demên dawî de dixwaze bi rêya medyayê êrişên xwe yên li dijî Efrînê rewa bike, vê carê dixwaze heman rêbazan li Kobanê bi kar bîne.

Lê rastî ew e ku, eskerên Tirk yên ku dixwestin zêdegaviyê bikin û Aşmê dagir bikin, rastî bersiveke hişk hatin. Gundiyên Aşmê bixwe, di çarçoveya parastina rewa de, di çeperên şer de li kêleka şervanan, bergiriya axa xwe kir û derb li êrişkaran da.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê jî dîmenekî welatiyên gundê Aşmê belav kir ku tê de gundî behsa van agahiyên li jor û rastiya li gund dikin. 


ANHA / KOBANÊ