Li ser xeta sînor a li navçeya Çelê ya Colemêrgê, şerê di navbera artêşa Tirk û hêzên gerîla de dewam dike. Artêşa Tirk hewl dide hin cihên herêma Zapê ya Başûrê Kurdistanê dagir bike. Hêzên gerîla jî bi çalakiyan bersivê didin vê dagirkeriyê.
Nûçegihanên ANF'ê ragihandin pêr êvarê li dijî artêşa Tirk hin çalakî hatin lidarxistin. Artêşa Tirk xwest eskerên xwe deyne gundê Kinayniş ê li Çelê. Gerîla jî bersiv da artêşa Tirk. Li vê derê 4 eskerên Tirk hatin kuştin, gelek esker jî birîndar bûn. Eskerên kuştî û birîndar nîvê şevê bi helîkopterên Skorsky hatin rakirin. Li qada Şehîd Munzir a li Başûrê Kurdistanê jî 4 esker hatin kuştin.
BEHDÎNAN