Hebûna dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê, piştî dagirkeriya Tirkiyeyê li Başîqayê ji nû ve ketibû rojevê. Lê di rastiyê de dîroka dagirkeriya Tirk li Başûrê Kurdistanê nû nîne û nexasim jî li gelek deverên parêzgeha Duhokê belav e.

Di destpêka salên 1990'î de bi erêkirina Iraqê re, 1300 leşkerên Tirk li qereqolên çavdêriyê yên 'demkî' yên li Bamernî û Şeladizê yên Duhokê û hin bajarokên din hatin bicihkirin.

Demkî bû û mayînde bû

Mayîndebûna baregehên Tirk li Başûrê Kurdistanê, sala 1994'an di encama peymana 'devkî' ya navbera Serokê PDK'ê Mesûd Barzanî û rayedarên dewleta Tirk de ketin pozîsyoneke 'de-facto'. Di çarçoveya vê peymanê de li bajarên Duhok, Zaxo, Hewlêr û Selahedînê baregehên eskerî hatin avakirin. Hebûna eskerên Tirk li herêmên Batûfa, Barmernî, Begova û Kanîmasî xwe dispêre vê demê. Sala 1997'an, di encama peymana navbera artêşa Tirk û PDK'ê de, hebûna eskerên Tirk a li herêmê fermî bû. Li Kanîmasî, Deralok û Sîrsî yên li bakurrojhilatê Duhokê, çar baregehên eskerî hatin avakirin.

Çend esker li kîjan baregehê hene

Baregehên eskerên Tirk bi pirranî li bajar û mintiqeyên 60 kîlometre li başûrê Qilabanê ne; li van baregehan qederê 5000 eskerî, 150 tank, bi dehan maşînên zirxî û helîkopterên êrîşê li wan hene. Yekîneyên tankan bi taybetî li Batûfa û Kanîmasî yên li nêzî sînorê Bakurê Kurdistanê, hatine bicihkirin.

Her wiha li bakurê navenda bajarê Amediyeyê jî biryargeheke Tirkan heye. Li vê biryargehê tank jî hene û bi giranî xebatên îstîxbaratê lê tên meşandin. Li Şeladizê û Deralûkê ku navbera herêma Zapê û Çiyayê Garê ne, zêdeyî 10 tank, hezar esker û gelek maşînên eskerî hene.

Wekî din li Bamernê, Bêqulkê, Qadişê û Begova, tank, top û helîkopterên artêşa Tirk hene. 

Niha jî Başîqa û Şengal

Artêşa Tirk di demên dawî de li nuqteya dawî ya rêgeha Kerkûkê ya PDK'ê Altûnkopru, li Başîka ya li bakurrojhilatê Mûsilê, li gundê Galî Zardik ê li başûrê herêam Êzîdiyan Şêxanê, li Xaneqîn ê bajarê Kurdên Şîa, li bajarê Êzîdiyan Şengalê, li Diyana ya 40 kîlometre dûrî Qendîlê û li bajarokê Sideka yê nêzî Xinêrê, baregehên nû yên leşkerî çêkirine. Organîzasyon û koordînasyona xebatên leşkerî yên li Başûrê Kurdistanê ji aliyê Navenda Rêveberiya Operasyonê ya li Konsolosxaneya Dewleta Tirk a li Hewlêrê ve tê meşandin.


Gel li dijî eskerên Tirk e

Gel û hin partiyên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê bi salan e ji vê rewşê ne razî ne. Sala 2011'an de Tevgera Ciwanên Welatparêz a Başûrê Kurdistanê, ji bo bicihhatina biryara Parlamena Başûrê Kurdistanê dest bi kampanya îmzeyan kir û 470 hezar îmzeyên ji bo rakirina baregehên eskerên Tirk ên li Başûrê Kurdistanê kom kirin.  Bi heman armancê par qederê mîlyonek îmzeyî hatin berhevkirin. Ev îmze jî radestî parlamenê û hikûmeta Başûrê Kurdistanê hatin kirin, lê hikûmeta PDK'ê xwe li vê daxwazê kerr û kor kir.


NAVENDA NÛÇEYAN