HPG’ê agahiyên berfireh ên çalakiya pêr danê sibehê li dijî qereqolên li navçeya Şemzînanê, eşkere kirin. Li gorî daxuyaniyê, 2 cerdevan û herî kêm 19 esker hatin kuştin. Li Bazîdê jî di şer de eskerek hat kuştin. 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, li ser çalakiyên gerîla û şerê rojên dawî daxuyaniyek li ser malpera xwe ya înternetê weşand.

Li gorî vê gerîlayan di çarçoveya qonaxa duyemîn a pêngava şoreşgerî ya Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de, li navçeyên Gever, Şemzînan û Çelê yên Colemêrgê çalakiyên berfireh li dijî artêşa Tirk a dagirker kirine. Li Şemzînanê gerîlayan di heman demê de li çar qereqolan xist û di encamê de 2 cerdevan û herî kêm 19 eskerên Tirk kuştin.

HPG dide zanîn ku 2’ê Mijdarê berê sibehê, li Şemzînanê gerîlayan li hemberî qereqola Çeman û nîzamiya wê, li dijî qereqolên Begijne û Bêlutayê, çalakiyeke berfireh kiriye. Gerîlayan bi çekên giran li qereqolên Çeman, Begijne û Bêluta xist û ji sê baskan ve êrîş birin ser nîzamiya qereqola Çemanê.


Gerîlayan katyûşya û hawan jî bi kar anîn

Gerîlayan bi katyûşa, hawan, doçka û çekên nîv otomatîk li çeperên qereqolên Çeman, Begijne û Bêluta xist, û piştre ji sê baskan ve avêtin ser nîzamiya qereqola Çemanê, ketin nava çeperan û li nav çeperên eskerên Tirk li wan xistin. Baskê yekem diavêje ser hemû çeperên eskerên artêşa Tirk û hemû çeperan îmha dike û di encamê de hemû eskerên di çeperan de tên kuştin.

Baskê duyemîn ê çalakiyê jî li wesayitên zirxî û çeperên li nîzamiyeyê dixe. Bi derbên xurt wesaîteke zirxî ya tîpa Kobra û gelek wesayîtên sivîl hatin rûxandin. 4 esker û 2 cerdevanên di hundirê van wesaîtan de jî bi destê gerîlayan hatin kuştin. Ji ber gulerşandinê agir bi gelek çeperan ket. Di dawiyê de ev baskê êrîşê diçe ser hemû çeperan û wan yek bi yek îmha dike.


HPG´ê nîzamiye bi temamî stand

HPG´ê da zanîn ku nîzamiye bi temamî ketiye destê gerîlayan, li wir nekarîn hejmara eskerên kuştî tesbît bikin, tevî vê jî, gerîla li çeperan çûne ser cenazeyên 19 esker û 2 cerdevanan. Gerîlayan piştî çalakiyê nîzamiyeya artêşa dagirker şewitand.


3 qereqol hatin bêtesîrkirin

Gerîlayan bi çekên giran li Qereqolên Çeman, Begijne û Bêlutayê jî xist û ew bêtesîr kirin, lê hejmara eskerên kuştî nekarî bê zelalkirin. HPG´ê da zanîn ku di çalakiyê de 5 gerîayan ji jiyana xwe ji dest daye û nasnameya wan jî wiha eşkere kir: Andok Ertûş (Ethem Dalga) ê li Colemêrgê ji dayik bûyî; Elîşêr Xoşmêr (Alî Îsazade) ê li Xoyê ji dayik bûyî; Rojhat Ercîş (Ozcan Işik) ê li Wanê ji dayik bûyî; Stêrk Gever (Nazli Alpdogan) a li Colemêrgê ji dayik bûyî; Şaho Germiyanî (Birahîm Omer) ê li Kelarê ji dayik bûyî.


Li Bazîdê eskerek hat kuştin

HPG´ê li ser tevgera Artêşa Tirk a li Bazîdê jî ev agahî dan: “Artêşa Tirk a dagirker ev demek e ku li ser sînorê Gilîdax û Îranê yê Bazidê yê ser bi Agiriyê dîwaran lêdike. Hêzên me 3’yê Mijdarê berê sibehê kepçeyeke hêzên dagirker li nêzî qereqola Tûjik a Bazidê kirin hedef. Di encamê de kepçe hat rûxandin û eskerekî dijmin hat kuştin. Piştî çalakiyê artêşa TC ya dagirker operasyon da destpêkirin, gelek wesaîtên zirxî û ambûlans anîne qadê. Yekîneya me ya ku çalakî kirî bi silametî giha cihê xwe.”  


ANF / BEHDÎNAN




Rastiya li Adilbeg û Xeregolê 




Li Adilbeg û Xeregolê welê li artêşa Tirk hatiye ku nema dikare li pêşberî gerîlayên Kurdistanê şer bike. 

Ji Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF), Erdem Can agahiyên li ser hûrgiliyên rewşa artêşa Tirk li deverên Adilbeg û Xeregolê nivîsiye û dibêje, “bi xwarina derbên giran û dayina gelek kuştiyan welê li leşkerên Tirk hatiye ku nikarin li dijî gerîlayên Kurdistanê şer bikin.”

Herêma Adilbegê li navçeya Şemzînan a Colemêrgê ye û li ser sînorê Bakur û Başûrê Kurdistanê ye. Beşeke mezin a herêmê dikeve nava mintiqeya Barzanê. Ji bo gerîlyan ne baregeh e, lê cihekî bihurînê ye. Erdem Can sedema operasyonê weke hewldana dagirkeriyê bi nav dike û dibêje, “Operasyona ku 27’ê Îlonê dest pê kir hê dewam dike û artêşa Tirk dike nake nikare encama dixwaze bi dest bixe.”


Êdî esker ji tirsan dîn bûne

Erdem can dide zanîn ku artêşa Tirk li Adilbegê ji destpêkirina operasyonê ve di şer û çalakiyên gerîlayên HPG û YJA Starê de herî kêm 38 eskerên xwe dane kuştin, “ji neçarî hêza xwe ya li herêmê timî diguherîne. Ji ber ku di nava artêşa Tirk de dema yekîneyeke eskerî derbê dixwe, psîkolojiya eskerên din xera dibe û nikarin şer bikin.” Ji ber vê rewşê jî Artêşa Tirk bêhtir hêza hewayî bi kar tîne.


Şikestina artêşa Tirk li Xeregolê

Herêmeke din ku şer lê giran e, herêma Xeregolê ye. Erdem Can îdîayên dewleta Tirk ên ku dibêje, derb li gerîlayên Kurdistanê xistine, diderewîne û dibêje, “Operasyona Xerebolê 16’ê Cotmehê nîvê şevê saet di 00:10 de bi êrîşa hewayî ya dijwar dest pê kir. Êrîşên hewayî heta danê sibehê saet 06:30 bi awayekî bê navber dewam kir. Ji serê sibehê heta danê nîvro jî bi tank û obusan herêm hate bombekirin. Piştî vê bomberdûmanê tevî helîkopterên bi tîpa Kobra helîkopterên bi tîpa ATAK cara yekemîn hatin bikaranîn. Li dû bomberdûmana giran, eskerên Tirk xwestin danê êvarê ji bejahî ve bi pêş ve biçin. Gerîla bi dewlemendiya taktîkên xwe yên leşkerî dor li leşkerên Tirk girtin û derb li wan dan. Di encamê de gelek leşker hatin kuştin. Gelek ji cenazeyên çeteyan li herêma di kontrola gerîla de man. Artêşa Tirk a ku nekarî cenazeyên xwe rake, bi rêbazeke li derveyî mirovahiyê, bi balafirên F-16 bombe li herêmên gerîla barand, ku cenazeyên leşkeran lê bûn. Ji ber vê bomberdûmanê cenazeyên leşkeran parçe parçe bûn. Armanc ji vê bomberdûmanê ew bû ku cenaze di kontrola gerîla de nemînin. Di roja destpêkê de artêşa Tirk derba giran xwar û neçar ma xwe vekişîne.”


Artêşa Tirk li hemberî gerîla bêgav e

Erdem Can hewldanên dewleta Tirk ên ji bo veşsdartina kuştiyên bi bîr dixe û nivîsa xwe wiha bi dawî dike: “Di şer de 91 esker hatin kuştin, 9 esker jî birîndar bûn. Derb li helîkoptereke bi tîpa Skrosky hate xistin.

Operasyon dewam dike. Ev operasyon jî nîşan dide bê artêşa Tirk li pêşberî gerîla çiqasî bê çare ye.”