DUSSELDORF: Kurdistaniyên ku li Dusseldorfê dijîn dagirkeriya dewleta Tirk a li Cerablûsê şermezar kirin. Kurdistanî bi pêşengtiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) gihatşin hev, hewldana dagirkeriya dewleta Tirk a Cerablûsê şermezar kirin. Di çalakiyê de komkujiyên ku dewleta Tirk li gundên Cerablûsê pêk anî hate şermezarkirin. Li pêş HBF’ê girseyê piranî caran dirûşmên, ‘’dagirker ji Kurdistanê bicehimin’, ‘’ji ser Rojava destên xwe vekişînin’’, ‘’Duh Hîtler îro Erdogan’, ‘’Kujer Erdogan’, ‘ji Ocalan re azadî ji Kurdistanê re statû’’ berz kirin. Çalakiya ku nêzî du saetan dom kirî, piştî danezana ku bi Elmanî hate xwendin qediya.

BONN: Li bajarê Bonnê yê Elmanya, çalakiya ku PYD  Bonn û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd bi hev re organîze kirî, li meydana Frankenbaadê bi meşekê dest pê kir. Di meşê de ku Kurd û Elman ji Bonn, Troîsdorf, Meckenheîmê tevlî bûbûn, di serî de dagirkeriya dewleta Tirk a Cerablûsê, hemû qirkirinên AKP/Qesrê hatin şermezarkirin. Piştî meşê li Munsterplatzê mîtîngek hate lidarxistin. 

DÛÎSBÛRG: Kurdistaniyên li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanya û derdora wê dijîn tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, êrîşên biser Rojava û Bakurê Kurdistanê de şermezar kirin. Çalakiya li Konîg Strasseyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk  a Dûîsbûrgê organîze kiribû. Di mîtîngê de derdorên çepgir ên Elmanya û Tirkiyeyî jî hebûn. 

FRANKFÛRT: Li bajarê Frankfûrtê yê Elmanya şevê dî bi pêşengtiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Frankfûrtê bi çalakiyekê dagirkeriya dewleta Tirk a Rojava û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate şermezarkirin. Kurdistaniyên ku li Offenbachê, Hanaûyê dijîn jî tevlî çalakiya rûniştinê ya ji bo du saetan a li meydana Haupwachê bûn. Di dawiya çalakiyê de Hevserokê NCDK-H Kamîl Tekdar diyar kir, divê Kurd li dijî tecrîdê û êrîşên ser Rojava çalakiyan mezin bikin. Her wiha îro li Frankfûrt Kaîser Str’yê saet 17.00’an wê meş û mîtîngek were lidarxistin.

DARMSTADT: Kurd û dostên wan ên li bajarê Darmstadt ê Elmanyayê dijîn çalakiyeke rûniştinê lidar xistin û dewleta Tirk a Rojavayê Kurdistanê dagir kiriye û komkujiyan dike, şermezar kirin. Girseya gel bi vê armancê li navenda bajêr li hev civiya û dirûşmên “Terorîst Tirkiye”, “Terorîst Erdogan”, “Rojava ne bi tenê ye”, “Bijî Serok Apo” qîriya.

FREÎBURG: Dagirkerî û komkujiyên dewleta Tirk ku li Rojavayê li Freîbûrg a Elmanyayê bi çalakiyeke rûniştinê hatin şermezarkirin. Çalakî ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û Meclîsa Jinê ya Nûda ve li Rathûsplatz a Freîbûrgê hat lidarxistin. Tevî nûnerên rêxistinên çep ên Elman gelek kes beşdarî vê çalakiya rûniştinê bûn.

MUNCHEN: Li bajarê Munchen ê Elmanyayê, hewldana dagirkirina Rojavayê Kurdistanê û qetilkirina sivîlên li Cerablûsê ji aliyê dewleta Tirk ve, hatin şermezarkirin. Bi vê armancê mîtîngek hat lidarxistin. 

OREBRO: Dewleta Tirk a Rojava dagir kiriye, li Orebro hat şermezarkirin

Dewleta Tirk a ku Cerablûs dagir kiriye, êrîşî YPG’ê dike û sivîlan qetil dike, li bajarê Orebro yê Swêdê bi xwepêşandanekê hat şermezarkirin.

Li ser banga Navenda Civaka demokratîk a Kurd, Kurdistanî duh saet di 15:00 de li ber avahiya şaredariyê li hev civiyan û dagirkerî şermezar kirin. Kurdistaniyan her wiha dirûşma “Ji Ocalan re azadî, li Kurdistanê aştî” qîriyan û daxwaza serbest berdana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin. 


 NAVENDA NÛÇEYAN