
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku dewleta Tirk hem li nava sînorên xwe hem jî li derveyî sînorên xwe dijminatiyê li azadî û demokrasiyê dike û destnîşan kir ku dewleta Tirk ne tenê li Iraq û Sûriyeyê li gelemperiya Rojhilata Navîn hewl dide pêşî li demokratîkbûyînê bigire.
KCK'ê derbarê îdayên ku ‘leşkerên Tirk ji bo perwerdekirina hin hêzan derbasî Irakê bûne’ de jî got: “Şandina leşkerên Tirk a Iraqê ne ji bo perwerdekirina hin hêzan e. Bi van îdîayên xwe hewl didin armanca xwe ya rasteqîn veşêrin. PDK jî bi gotin û helwesta xwe, alîkariyê dide dewleta Tirk ku armanca wê ya rasteqîn veşêre.”
KCK’ê ragihand ku dewleta Tirk ji bo du armanca leşkerên xwe dişîne Iraqê û weha dewam kir: “Ya yekemîn; dixwaze Mûsil û derdora wê bikeve destê hêzên xwedî heman feraseta DAIŞ'ê û bi vî rengî pêşiyê bigire li encamên bi têkoşîna DAIŞ'ê re derkevin holê. Ya duyemîn jî; li meydana Iraq û Başûrê Kurdistanê meşandina êrîşên li hemberî PKK'ê ye.”
‘Hedef PKK ye’
KCK’ê diyar kir ku hatina leşkerên Tirk ji bo hedefgirtina PKK’ê ye û destnîşan kir ku dewleta Tirk dixwaze êrîşên li hemberî PKK'ê rewa bike û desteka Iraqê û PDK'ê ji bo van êrîşan werbigire. KCK’ê got dewleta Tirk ji bo çareseriya prisgirêka Kurd xwedî polîtîkayekê nîne û ji bo tesfiyekirina gerîla serî li her rê û rêbazan dide.
KCK´ê bal kişand ser lîstokên dewlata Tirk û diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze PDK’ê û Tevgera Azadiyê ya Kurd li hemberî hev rake û wiha pê de çû: “Dewleta Tirk dixwaze PDK'ê bikişîne nava rageşiya Şîa-Sûnî, bike parçeyek ji polîtîkaya xwe, li hemberî PKK'ê bide şerkirin û dûre bi hev re operasyoneke hevpar a leşkerî pêk bîne. Gotin û polîtîkayên PDK'ê di vî warî de cesaret daye dewleta Tirk.”
‘Divê gelê başûr helwêstê nîşan bide’
KCK’ê di daxuyaniya xwe de ragihand ku gelek leşker û maşînên leşkerî yên nû li herêmên PDK'ê yên li nêzî Herêmên Parastinê yên Medyayê hatine bicihkirin û got: “Piştî çûyîna Mesûd Barzanî ya Enqereyê, zêdebûna êrîşên hewayî nîşan dide ku têkiliyên PDK-Tirkiyeyê ji bo Kurdan ne bi xêr e û wê encameke baş dernexîne holê.”
KCK’ê bang li gelê Başûrê Kurdistanê kir ku li hemberî dagirkeriya leşkerên Tirk helwêsta xwe nîşan bide û got: “Divê destûr neyê dayîn ku Başûrê Kurdistanê hem li dijî Tevgera Azadiya Kurd hem jî li hember hêzên demokrasiyê yên Rojhilata Navîn wek baregehekê bê bikaranîn. Heta tevahiya leşkerên Tirk bên derxistin, divê têkoşîn bê navber bidome.”
‘Gel li benda helwêsta PDK’ê ye’
KCK’ê destnîşan kir ku tavahiya gelê Kurdistanê niha li benda helwêsta PDK’ê ye û got: “Em wek Tevgera Azadiyê bi ti şêwazî şandina leşkarên dewleta Tirk ber bi Başûrê Kurdistanê, qebûl nakin; ji bo ev leşker ji Başûrê Kurdistanê bên derxistin jî em ê ji niha û şûn ve jî helwêst û hewldanên xwe bidomînin.”
‘Têkoşînê xurt bikin’
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê di dawiya daxuyaniya xwe de bang li gelê Kurdistanê û hêzên demokrasiyê yên Rojhilata Navîn kir û got: “Li ser vî esasî em bang li tevahiya gelê Kurdistanê û hêzên demokrasiyê yên Rojhilata Navîn dikin da ku li hemberî vê dagirkirina Başûrê Kurdistanê bi destê dewleta Tirk rabin ser piyan. Têkoşîna li dijî polîtîkayên dewleta Tirk, di serî de li Tirkiye û Kurdistanê, têkoşîna demokratîkbûna Rojhilata Navîn e. Li ser vî bingehî divê bi têkoşîna li dijî Tirkiyeyê ya ku di serî de DAIŞ, dostê tevahî despotan e, têkoşîna demokratîkkirina Rojhilata Navîn bê xurtkirin.”
ANF/BEHDÎNAN