105 saziyên ekolojîst û 59 kesayetan ku rewşenbîr û saziyên civakî yên sivîl ên ji bo paşerojeke ekolojîk û demokratîk jî di nava wan de ne piştgiriya xwe ya ji bo berxwedana Rûmetê nîşan da û got, “Şerê ku dewleta Tirk ji bo dagirkeriyê dest pê kiriye rawestînin.” Wan bang li xelkê kir bibin pişt ji Rojava re.

Di daxuyan belavokê de hate destnîşankirin ku ew şerê yekalî yê dewleta Tirk ê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar dikin û hate gotin, “Ev şer sûcek e ku ti hinceteke xwe ya rewa nîne û şerê li herêmê giran dike. Ji bo firsenda guhertina demokratîk a Sûriyeyê hebe, divê ev herêma demokratîk ji aliyê gelên dinyayê û saziyên demokratîk ve bê parastin.

Em pişta berxwedanê digirin

Deverên avê, bendav, santralên elektrîkê, nexweşxane û binesaziya bajaran tên xerakirin. Xweza ku malovaniyê ji civaka mirovan re dike bi êrişên bi top û balafirên şer ziyaneke mezin dibînin, dikeve bin bandora êrîşan.

Li dijî vê dagirkeriyê ku hewl dide bi her rengî demografiya herêmê biguherîne, berxwedan didome. Di vî şerê zalim de rola DYE’yê cihê şermê ye ku rê da Tirkiyeyê û ji şermê jî wêdetir e. Tevî vê yekê divê rola dewletên Rojavayî, Rûsya û dewletên herêmî û global jî neyê jibîrkirin û bi xurtî bê rexnekirin.

Hemû rêxistin û hikumetên ku îdîa dikin ew demokratîk in, divê li dijî vî şerî rawestin û cezayan li ser Tirkiyeyê ferz bikin.

Dem dema piştevaniya bi Rojavayê Kurdistanê, û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re ye.”

Hin ji saziyên piştgir Hin ji saziyên mohra xwe danîn binê belavokê, ev in:

Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê, Tirkiye Make Rojava Green Again, Rojava/Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Waterkeeper Iraq Save the Tigris Campaign, Iraq Iraqi Civil Society Soloidarity Initiative (ICSSI) Iraq Hewldana Parastina Heskîfê, Tirkiye Kareza Institution, Îran Chiya Environmental Institution, Îran Green Kurdistan Environmental Organization, Îran Saqiz Environment protectors Organization, Îran Mariwan Teachers Union, Îran Movement of Dam Affected People (MAB), Brezilya Movement of Dam Affected People from Latin America (MAR) Movement of Defence of Water, Land and Environment (MODATIMA), Şîlî ECOS, El Salvador Corporación Ecológica y Cultural Penca de Sabila, Kolombiya Rivers Without Boundaries International Coalition, Asya Ende Gelände, Elmanya Fridays For Future, Ingilîstan International Rivers, DYE Balkanka Association Sofia, Bulgaristan CODEPINK, Kanada Coordination EAU Bien Commun, Fransaxa