150 akademîsyenî destek da 4 daxwazên sereke yên li dijî dagirkeriya dewleta Tirk li Rojava û wan xwest dagirkerî tavilê bi dawî bibe.
Îmzekeran xwest herêmeke li firrîna balefiran qedexe li Rojava bê avakirin û hew sîlehan bidin Tirkiyeyê û peymana penaberan pê re betal bikin.
YEKO ARDIL / BERLÎN
Ji welatên Ewrûpayê yên weke Elmanya, Ingilîstan û Swîsreyê 150 zanyar û akademîsyenî xwest dagirkeriya dewleta Tirk a li Rojava tavilê bê rawestandin û tevahiya neqilkirinên sîlehan ber bi Tirkiyeyê ve bê sekinandin.
Tora Akademisyenên Kurd (Kurd-Akad) kampanyayeke îmzeyan ji bo rawestandina dagirkeriya qirker a dewleta Tirk li Rojava dabû destpêkirin. Encamên kampanyayê li paytexta Elmanyayê Berlînê li Parlamena Federal bi daxuyaniyeke çapemeniyê hatin eşkerekirin. Di daxuyaniya li navenda çapemeniyê de hevseroka Kurd-Akad a Elmanyayê Dersim Dagdeviren, ji îmzevanan, seroka Komîsyona Sivîl a Yekîtiya Ewrûpa û Tirkiyeyê (EUTCC) Prof. Kariane Westrheim û parlamentera federal a ji Partiya Çep Gokay Akbulut amade bûn.
Çar daxwazên sereke
Di daxuyaniyê de îşaret bi wê yekê hat kirin ku dagirkeriya qirker a dewleta Tirk li Rojava rê li ber felaketeke insanî vekiriye, miletê Kurd ketiye ber qirkirinê, bi darê zorê ew ji erdên wan kirine der, û dewleta Tirk kiriye ku derfet ji DAIŞ´ê re peyda bibin ku ji nû ve bide der.
Zanyar û akademîsyenên destek dayî kampanyayê xwedî çar daxwazên sereke yên elaqedarî Rojava ne:
* Dagirkeriya eskerî divê tavilê raweste
* Li Bakurê Sûriyê herêmeke li firîna balefiran qedexe divê bê avakirin
* Tevahiya neqilkirinên sîlehan ber bi Tirkiyeyê ve divê tavilê bên rawestandin
* Peymana penaberan a di navbera Yekîtiya Ewrûpa û Tirkiyeyê de bila bê betalkirin.
Em li dijî şerê li dijî Rojava ne
Kampanyaya îmzeyan bi sernavê “Akademîsyen û zanyar li dijî şerê li dijî Rojava ne” hat destpêkirin û ji gelek welatên Ewrûpayê 150 zanyar û akademîsyenî metna kampanyayê mohr kir. Di nava van de ji Zanîngeha Cambridgeê Prof. Dr. Koçer Bîrkar, ji Zanîngeha Wageningenê Prof Dr. Joost Jongerden, ji Zanîngeha Munchenê Prof. Dr. Michael Meyen, ji Zanîngeha Cardiffê Dr. Bahman Rostami-Tabar, ji Zanîngeha Exeterê Prof. Dr. Christine Robins, profesorê teqawît ê Kurdnas, Prof. Dr. Philip Kreyenbroek, Prof. Dr. Norman Paech û gelekên din jî hene.
Xwedî li Rojava derketin
Piştî daxuyaniya çapemeniyê Hevseroka Kurd-Akada Elmanyayê Dersim Dagdeviren ji me re peyivî û got, kampanyaya wan ne tenê îmzekirina metnê ye, ew li gelek zanîngehan jî semîner û çalakiyan organîze dikin. Wê got, gelek zanyar û akademîsyenan destek daye kampanyayê û wiha peyivî: “Ji ber binpêkirina hiqûqa navneteweyî, akademîsyen ne razî ne. Wekî din elaqeyeke mezin ji bo modela demokratîk a Rojava heye. Ji ber wê jî baş xwedî derketin.” Dr. Dersim Dagdevirenê got, kampanya wê bê mezinkirin û xebatên piştgiriyê jî dewam bikin.
Nabe Elmanya bêdeng bimîne
Seroka EUTCC´yê Prof. Kariane Westrheim jî got, “Ji bo xweparastinê sîleh muhim in. Bakurê Sûriyê divê xwe biparêze. Lê dewama vê lazim e, divê pêvajoyeke çareseriya siyasî dest pê bike. Di vî warî de bi ya min zanyar û akademîsyen dikarin bi dewra xwe rabin. Hêvîdar im ku Kurd-Akad karibe tora xwe firehtir bike û karibe bibe hêzeke navneteweyî.”
Parlamentera Partiya Çep Gokay Akbulut jî xwest, siyasetên şerê qirêj li Tirkiyeyê tavilê bên rawestandin û got, “Ji bo ku em hestiyariya di nava raya giştî ya Elmanyayê û ya li Ewrûpayê ya beramberî vê mijarê de xurttir bikin, me destek da vê daxuyaniyê.” Wê bi bîr xist ku hikûmeta federal a Elman beramberî dagirkeriya dewleta Tirk a li Rojava hîna jî xwe li bêdengiyê datîne, û got, “Ji ber vê jî me daxuyanî li Parlamena Federal da.”