Li Başûrê Kurdistanê welatiyên navçeya Çomanê xwestin ku beşek ji dahata deriyê navneteweyî yê Hecî Omeran ji bo projeyên rawestayî û pêwîstiyên navçeyê bên xerckirin û got, pêwîst e derî ji bo derfetên kar jî bên firehkirin.
Bîlançoya deriyê navneteweyî yê Hecî Omeran yê di navbera Herêma Kurdistanê û Îranê de ji bo saziyên ragihandinê hat eşkerekirin. Li gorî vê bîlançoyê, sala 2016’an li 2015’an di warê berhem û kelûpelên avahîsazî û xwarinê de ji sedî 7 kêm kiriye. Her wiha çûnûhatina geştyaran ji sedî 28 kêm kiriye. Lê tenê hatina wesayitan ji sedî 27 li 2015´ê zêde kiriye.
Girêdayi mijarê welatiyê niştecihê bajarokê Simêlan ê ser bi navçeya Çoman, Yunis Emîn got: “Mixabin gelê Balekayetî ti sûd ji deriyê Hecî Omeran negirtiye. Ji ber ku gel bi giştî ji hikûmetê bêzar e. Heta niha ti dahatek deriyê Hecî Omeran ji bo proje û pêwîstiyên devera Balekayetî nehatiye xerckirin. Ji ber wê çi qasî ku ev derî bûye bargiranî ew qasî ji bo welatiyan ne bûye sûd.”
Têkildarî heman mijarê rojnameger û nîştecihê navçeya Çomanê, Endam Cebar got, deriyê Hecî Omeran heta astekê kariye derfeta kar ji bo hinek kesan bide çêkirin û wiha peyivî: “Lê pêwîst e hîn zêdetir ev derfet bê dayin, da ku nîştecihên herêmê bi giştî sûdê jê wergirin.”
Welatiyê bi navê Ramal Ehmed jî destnişan kir ku Deriyê Hecî Omeran îşaret pê kir ku heta niha welatiyên Balekayetî nekarîne di warê bazirganiyê de sûdê ji deriyê Hecî Omeran bigrin û got, "Tenê ewa ku em dibînin derî tenê deriyê anîn û birinê ye û nekariye bazirganên bajarên din ji bo anîna berheman ber bi xwe ve bikişîne.”
Deriyê Hecî Omeran bi fermî sala 2008’ê di navbera Herêma Kurdistan û Îranê de hatiye vekirin. Ew yekem deriyê navnetewî ye ku girêdayi bajarê Hewlêrê ye.
ÇOMAN