Pirtûka çîrokên rasteqîn, ya rojnameger Yaşar Aksu ya bi navê Xelweta Kalbûnê ji Weşanên J&J derket. Xelweta Kalbûnê berhema Yaşar Aksu ya yekem e, bi çîrokên xwe, sala 2015'an  wî xelata yekemîn a Huseyîn Çelebî û Deniz Firat wergirt; ev pirtûk bi xwe ji heft çîrokên taybet pêk tê. Aksu got, zimanê Kurdî her tim hatiye qedexekirin û ji bo vê çîrokên welat û hemwelatiyên wan kêm hatine nivîsandin, yên hatine nivîsandin jî gelek ji wan an bi kêmasî an jî bi çewtî hatine weşandin. 

Aksu di dewama nirxandinên xwe de ev tişt anî ziman: ''Ev qetlîamên niha li Kurdistanê diqewimin, mînaka herî zindî ye. Ez weha bawer dikim ku pênûs ji şûr tûjtir e. Min ji ber vê baweriya xwe çawa ku beriya niha bi pênûsa xwe têkoşîna xwe kir, ez ê ji vir û pê ve jî bi pênûsa xwe têkoşîna xwe dewam bikim. Ez ê çîrokên welatê xwe, yê Kurdistanê her tim hemêz bikim, di dilê xwe de şîn bikim û bi wêjehezan re parve bikim.''


'Gotin difûre lê nivîs dimîne'

Aksû bi axaftina xwe ya dawiyê bal kişand ser hêza nivîsê û wiha pê de çû: "Gotin difûre lê nivîs dimîne. Ji ber vê yekê ez bêhtir baweriyê bi nivîsê tînim. Ez bi pênûsa xwe başî û nebaşiyê, dost û dijminatiyê dinirxînim. Ez bawer im niha tişta ku herî baş ji destê min tê ev e. Ji ber vê sedemê ez ê tevahiya dahatên pirtûka xwe ya yekem Xelweta Kalbûnê, bigihînim wan kesan ku ji bo mafên xwe yên mirovatiyê, ji bo xwerêveberiyê serê xwe netewandin û berdelên giran dan, gelê Sûr, Cizîr, Silopî û Nisêbînê. Ji ber vê yekê ez gazî li hemû wêjehezan dikim, da ku bibin alîkarên vê helmetê."


Dahat ji bo Cizîr, Silopî, Sûr û Nisêbînê

Nivîskar wê dahata pirtûkê bişîne herêmên xwerêveberiyê.

Çîroknûsê ciwan Yaşar Aksu, di berhema xwe ya çîrokan a bi navê Xelweta Kalbûnê de, li ser rûpela yekem, bi kûrtenivîsa ''Min dît, her kes li ser merezên dilê xwe dikulî, lê ji tu kesan re ne xem bû, kî sax e yan jî kî mirî...'' hestên xwe bi pênûsa xwe daye der û gazina hesasnebûna civakê rêz kiriye. Aksû wê hemû jêhatinên vê berhema xwe ya çîrokên xelatgir ji gelê Cizîr, Silopî, Sûr û Nisêbînê re bişîne. Kesên bixwazin bi kirîna vê berhema hêja bibin alîkar, dikarin ji e-maila Weşanxaneya J&J ajansjj@gmail.com, ji vê telefonê 04129991255 û pirtûkfiroşan bikirin. 


 MÊRDÎN