Pêr êvarê li paytexta Katalonyayê Barcelonayê di êrîşke bi minîbûsekê de terorîstên ku DAIŞ´ê got ê wê ne, 13 kes qetil kirin û bi dehan kes jî birîndar kirin. Li aliyê din li peravên Cambrîlsê ku li Başûrê Barcelonayê ye, 5 terorîstên xwe ji êrîşeke din re amade dikirin hatin kuştin.

Pêr êvarê mînîbusekê li Herêma Las Rambas a paytext Barcelonayê ajot ser peyayan pêl gelek kesan kir.  Çapemeniya Spanyayê diyar kir ku di bûyerê de 13 kes mirine û hejmara birîndaran jî 50 e. Hat zanîn ku  ji birîndaran rewşa 15 kesan giran e.

Piştî êrîşê 2 kesên gumanbar hatin girtin, hat ragihandin ku 1 ji wan bi destê polîsan hatiye kuştin. Çeteyên DAIŞ’ê êrîş girt ser xwe.

Piştî êrîşê gelek welatan peyamên piştgirîyê û têkoşîna bi terorê re ji bo Spanyayê şandin.

Li aliyê din li bajarokê peravê Cambrîlsê ku li başûrê Barcelonayê ye, 5 kesên ku xwe ji êrîşeke duyemîn re amade dikir, hatin kuştin.

Polîsê Katalonyayê diyar kir ku doh berê sibehê li Cambrîlsê, terorîstan wesayitek ajotiye ser komekê, belê pêşî li êrîşeke din hatiye girtin û her 5 êrîşkar jî hatine kuştin. Polîs da zanîn ku êrîşkaran êlegê xwekujan li xwe kirine û di bûyerê de yek jê polîs 7 kes birîndar bûne. 


NAVENDA NÛÇEYAN