Fermandareke YPJ’ê ya herêma Kobanê Meryem Amara derbarê xebatên parastinê de ji ANHA’yê re diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê di bin navê ola îslamê de êrîşan li dijî herêmê pêk tînin û tu girêdana wan bi nirx û exlaqên îslamê re tune ne. Amara destnîşan kir ku kiyarên DAIŞ’ê û hovîtiya wan li dijî welatiyan dûrî exlaqên îslamê ne û kiryarên çeteyan bi serjêkirin û lîstina bi cenazeyên mirovan li dijî hemû nirxên mirovahiyê ne. Amara got ku çeteyên DAIŞ’ê ev demeke dirêj e ji sê aliyên herêma Kobanê ve êrîşên hov pêk tînin. Lê vîn û berxwedana gelê herêmê li gel şervanên YPG’ê hişt ku hemû êrîşên wan bêne şikandin û axaftina xwe wiha domand: “Em bi moralek xurt û baweriya me bi pîroziya riya azadî, rûmet û lehengiyê ku şehîdan ji me re ronî kiriye, ber xwe didin. Tevî ku çeteyên DAIŞ’ê çekên giran û kîmyawî bi kar anîn jî bi saya berxwedana YPG’ê nikarî derbasî herêmê bibin.”


´Em bi xwe bawerin´

Amara destnîşan kir ku gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê dê li hemberî hemû dijminên xwe bi ser bikeve û wiha got: “Şehîdên me û ragihandina sîstema Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Rojava nîşana serkeftina me ye. Ji ber ku em bi zimanê xwe diaxivin û felsefeya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hişmendiya me pê ronî kiriye, pêk tînin, Em ê demokrasiyê jiyan bikin û pêşeroj a kurdan e.” Amara derbarê rastiya çeteyan de wiha got: “Em piştrast in ku gelek dewlet piştgiriya çeteyên DAIŞ’ê bi hemû şêwazên madî û leşkerî di van êrîşan de dikin, da ku bigihêjin armanca xwe ya tunekirina gelê Kurd. Evan aliyên veşartî n eku agirê şer gur dikin û qadên êrîşên li dijî Rojava berfireh dikin, bêyî ku zanibin her dilopek ji xwîna kurdekî doza gel bêtir vedijîne. Ez dibêjim a wan xeyalên wan û ya me jî şehîdên me. Hemû hewldanên wan ji bo tunekirina gelê Kurd vala hatin derxistin û ev êrîşên wan ji bilî binketinê tiştekî nabînin.”

´Berxwedan serkeftinê tîne´

Amara di axaftina xwe de her wiha da zanîn ku çeteyên DAIŞ’ê di vê meha Remezana pîroz de êrîşên xwe zêde kirin û guman dikin ku cihekî bilind li rex pêxemberan di Buhuştê de bigirin û wiha pêde çû: “Kengî Buhuşt deriyê xwe ji kesên welatiyên sivîl dikujin û dilên dayîkan disotînin re vedike? Ma ew nizanin Buhuşt di bin piyên dayîkan de ye?.” Fermandar Meryem Amara di dawiya axaftina xwe de bang li tevahî gelê Kurd kir ku beşdarî nava refên YPG’ê bibin û axa xwe ji êrîşên çeteyên DAIŞ’ê biparêzin. 

ANHA/KOBANÊ