Artêşa Rûs doh da xuyakirin, ku komek ji 100 kesî di ser Tirkiyeyê re derbasî Sûriyeyê bûye û êrîşî Girê Spî kiriye. Artêşa Rûs, der barê vê êrîşê de ji Tirkiyeyê xwest, daxuyaniyekê bide.
Li ser êrîşa çeteyên DAIŞ´ê a pêr bi ser Girê Spî de ku di encamê de 17 sivîl jî hatibûn qetilkirin û bêhtirî 100 endamên çete yên DAIŞ´ê hatin kuştin, artêşa Rûsyayê jî daxuyaniyek da. General Sergey Kûralenko di nava artêşa Rûsyayê de ji navenda şopandina agirbesta li Sûriyeyê berpirsyar e û wê li ser êrîşa DAIŞ´ê bi ser Girê Spî de daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku piştî bicihhatina agirbesta li Sûriyeyê, di nava 24 saetan de agirbest 9 caran hatiye binpêkirin.
Kûralenko da zanîn, agirbest bi giştî ve di meriyetê de ye û da zanîn ku di ser Tirkiyeyê re komeke ji 100 kesan derbasî Sûriyeyê bûye û êrîşî Girê Spî kiriye.
Rûsyayê ji DYE´yê jî daxuyanî xwest
Navenda ji kontrolkirina agirbestê berpirsyar ragihand, ku ev êrîş ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye destekkirin û diyar kir, li herêma Lazkiye jî êrîş li dijî gundekî hatiye kirin.
Kûralenko da xuyakirin, ku artêşa Rûs der barê van binpêkirinan de agahî daye Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) û xwestiye, têkildarî êrîşê daxuyanî were dayîn. Generalê Rûs bi bîr xist ku Tirkiye di nava koalîsyona li dijî DAIŞ'ê ya bi pêşengiya DYA de cih digire.
Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) jî dabûn xuyakirin, ku komek ji Tirkiyeyê hatiye û êrîşî Girê Spî kiriye. Ev çeteyên pişta xwe dispêrin Tirkiyeyê ji heman malbatê 17 sivîl qetil kiribûn. Di şerê dijwar ê li gelek nuqteyan de êrîşa çeteyan hat şikandin û li gorî YPG'ê zêdeyî 100 çeteyî hatibûn kuştin.
MOSKOV
Rûsya jî li Sûrî alîgirê sîstema federal e
Rûsya dixwaze ku aliyên Sûriyê ên hevdîtinan dikin bighêjin encama avakirina komareke federal. Cîgirê Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergî Riyabokov diyar kir ku Rûsya hêvî dike aliyên Sûriyê yên hevdîtinan dikin, bigihêjin encama avakirina komara Sûriyeya federal.
Tirkiye mîna bombeyeke siwarkirî ye
Riyabokov kiryarên Tirkiyê şibandin bombeyeke siwarkirî ya li bin maseya agirbesta Sûriyê bicihkirî û got, Enqere dest ji topbarana herêmên Sûriyê bernade. Riyabokov da diyarkirin ku amadekariyên welatên cîranên Sûriyê jî leşkerê Rûsya dixe fikaran.