Di çarçoveya helwestên şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ’ê li dijî gundên Til Temirê de Oldarên Îslamî û Êzîdî yên bajarê Dêrikê di hevdîtinên bi ANHA’yê re kiryarên çeteyan li dijî pêkhateyên herêmê bi tundî şermezar kirin. Şêxê Êzdiyan ê bi navê Xelef Behrî derbarê mijarê de got: “DAIŞ dijminê biratiya gelan û mirovahiyê ye û hemû pêkhateyên herêmê hedef digire. Armanca DAIŞ’ê ji van êrîşan ew e bi hev re jiyana bi hezaran salan têk bibe.”

Şêx Xelef der barê êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên dawî li dijî Asûriyên herêma Til Temirê de ev tişt li axaftina xwe zêde kirin: “Ola xiristiyaniyê dînekî aştîxwaz e, bi hezaran salan li vê herêmê li gel Kurdan jiyane û xwedî şaristaniyeke kevnar in. Çeteyên DAIŞ’ê ti ol û mezheban nas nakin. Armanca wan tenê hovîtî ye û hewl didin kesên ne wekî wan tine bikin.”

Şêx Xelef di dewama axaftina xwe de got, DAIŞ bi van kiryarên xwe hewl dide şaristaniya gelan ku bi hezaran salan e hatiye parastin tine bike û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ti girêdana çeteyên DAIŞ’ê bi Îslamê re tine ye. Kirinên van çeteyan dûrî nirxên mirovahiyê ne û îslam ji wan paqij e.”


´DAÎŞ destdirêjiyê li Îslamê dike´

Derbarê heman mijarê de melayê mizgefta mezin a bajarê Dêrikê Şêx Mihemed Mahsûm Dêrşoy axivî û kirinên çeteyên DAIŞ’ê li dijî pêkhateyên herêmê bi “terora kûr” bi nav kir û got: “Terorîst ti cudahiyê naxin navbera pêkhate û baweriyan, êrîşên xwe li dijî Kurd, Ereb, Xiristiyan û Êzdiyan pêk tînin. Ti pîvanên mirovahiyê li ba çeteyên DAÎŞ´ê tinene.”

Dêrşoy di dewama axaftina xwe de got: “Terora DAIŞ’ê, terora li dijî tevahiya mirovahiyê, dîrok, ol û baweriyan e. Ew bi van kiryarên xwe beriya her tiştî destdirêjiyê li ola îslamê dikin. Ola îslamê ji van çeteyan û kirinên wan paqij e.”

Dêrşoya di axaftina xwe de her wiha got ku Xweda hemû gel bi ol û baweriya wan cudayî hevûdu çêkirine û wiha li axaftina xwe zêde kir: “Tenê Xweda dikare hesab ji mirovan bixwaze.”


“Eger mirov hev neparêzin...”

Dêrşoya da zanîn ku êrîşên DAIŞ’ê li dijî pîroziyan ne cara yekemîn e û ne tenê li dijî pîrozêyên li bilî Îslaman e, lê belê beriya niha jî gelek avahiyên pîroz û merqedên misilmanan li gelek deverên Sûriyeyê û Îraqê teqandin. Her wiha destavêtin perestgehên Êzîdiyan ên li Şengalê û talan kirin.

Dêrşoy di dawiya axaftina xwe de bang li hemû pêkheteyên herêmê kir ku li dijî hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê destên xwe bidin hev û jiyana hevbeş li herêmê biparêzin û axaftina xwe bi van gotinên ji Qurana Pîroz bi dawî kirin: “Eger mirov hevûdu neparêzin, perestgeh, Dêrên Xiristiyanan, Dêrên Cihuyan û mizgeftên ku navê Xweda têde tê gotin, dê bêne wêrankirin. Xweda kesên ku banga wî dikin, dê bi ser bixîne.”


AMED BIRÎNDAR – NEJBÎR OSMAN / ANHA / DÊRIK