Paytexta çeteyên DAIŞ´ê ku mirov di warê siyasî de dikare mîna cewrikên Tirkiyeyê bên binavkirin, nema ku ji wan bê paqijkirin û ji bo gelan bête rizgarkirin. Şervanên QSD´ê bi pêşengiya YPG/YPJ´ê êdî bi tenê bi saetan îfade dikin dema ku wê mizgîniya rizgarkirina bajêr bidin gelan û tevahiya dinyayê. Berdevka Pêngava Xezeba Firatê Cîhan Şêx Ehmed, got, “Azadkirina bajarê Reqayê wê di demeke nêzîk de bibe mizgîniya sala 2017´an”

Berdevka Pêngava Xezeba Firatê Cîhan Şêx Ehmed û Berdevkê QSD´ê Telal Silo, dan zanîn ku ew ê di demeke gelekî nêzîk de bidin zanîn ku Reqa hatiye azadkirin.

Cîhan Şêx Ehmed di Platforma diyarkirina paşeroja Reqayê ya li Eyn Îsayê peyivî, tevahiya şehîdên azadiyê bi bîr anîn û silav li şervanên li bereyan kir. Cîhan Şêx Ehmed di axaftina xwe de got, QSD gelek pêngavan bi rê ve dibe, da ku deveran rizgar bike û wiha peyivî: “Serketin her bû para şervanên me. Dema ku gelê Reqayê bang li hêzên me kir, hêzên me jî ji bo ku gelê Reqayê rizgar bike, zend û bend vemalîn. Pêngava me ya rizgarkirina Reqayê dewam dike, azadkirina Reqayê nêzîk e.”


Em ê mizgîniyê bidin

Cîhan Şêx Ehmed di daxuynaiya xwe ya dayî Artı Gerçekê de jî got, Reqa hîna bi temamî nehatiya azadkirin û got, “Şer dewam dike, berdêlên giran tên dayîn. Azadbûna bajarê Reqa wê di pirr nêz de bibe mizgîniya sala 2017´an. Em dixwazin vê mizgîniyê di dema herî nêz de bidin gelan.” 


Di navbera me de 2 kîlometre mane 

Ehmed da zanîn ku li bajêr DAIŞ li mekanekî ji sedî 10´ê bajêr asê bûye û got, “Em dikarin bibêjin, 600-700 çeteyên DAIÇ´ê li ji sedî 10´ê bajêr asê bûne. Ji bilî van çeteyên birîndar hene. Di nava van herdu rojan de me qederê hezar sivîlî rizgar kirin û hîna jî sivîl tên rizgarkirin. Halê hazir di navbera me û DAIŞ´ê de meydaneke 2 kîlomtreyan heye. Dema ku em li cihekî wiha şer dikin di heman demê de ji bo ku sivîl karibin bi awayekî ewle derbasî deverên di kontrola QSD´ê de bibin, divê em karibin korîdorên ewlekariyê ava bikin. DAIŞ di heman demê de gelekî tengav bû. Bê vê tengavbûnê re dikare sivîlan weke mertalên zindî bi kar bîne. Dikare vê weke hemleya dawiyê bike.”

Berdevkê QSD´ê Telal Silo jî got, hemleya Reqayê ya hîna dewam dike, rê li ber encamên dîrokî vekiriye, “Em îro bi serdemeke dîrokî re rûbirû ne. Bi saya serê xwîna şehîdên me yên qehreman û şervanên me rewşa aramî û ewlekariyê misoger bû.”

Cîhan Şêx Ehmed û Telal Silo got, ew ê di demeke gelekî nêzîk de mizgîniya bi tevahî rizgarkirina Reqayê bidin gelan.


Çend rojekî DAIŞ´ê man

Berpirsê Têkiliyên Derve yê QSD´ê Ebdulezîz Yûnis jî ji Sputnikê re peyivî û got, heta bi çend rojekî Reqa wê bi temamî ji DAIŞ´ê bê paqijkirin û wiha peyivî: “Li Reqayê DAIŞ li ber nemanê ye. Heta çend rojekî wê temamê bajêr ji vê rêxistinê bê paqijkirin. 2 ta 3 rojên din bajar wê ji DAIŞ´ê bê paqijkirin. Me ji mêj dikarî Reqayê bistînin. Lê hebûna sivîlan operasyonê demeke dirêj kişand. Gelek sivîl hebûn. DAIŞ´ê sivîl weke mertalên zindî bi kar dianîn. QSD sivîlan hêdî hêdî derdixe. Heger sivîlên dawî yên li bajêr jî ji bajêr bên derxistin (operasyona) Reqa wê bi dawî bibe. Rêxistin ji niha ve ji ber Reqayê di bin barê rûxiyan û bêmoraliyeke giran de ye. Di demeke nêz de em ê mizgîniya Reqayê bidin tevahiya cihanê.

Li Sûriyê DAIŞ li ku be, em ê wir ji wê paqij bikin. 


EYN ÎSA




Xelkê Reqayê 7 şehîdên xwe oxir kirin




Cenazeyên 7 şervanên QSD´ê yên di hemleya rizgarkirina Reqayê de şehîd bûyî, li gundê El-Hukumiye yê ser bi Eyn Îsayê ve hatin definkirin.

Bi sedan kesî cenazeyên şervanên QSD´ê Ehmed Ehmed (Ehmed), Mihemed Kerîm (Mihemed Reqa), Îbrahîm Ehmed (El-Qenas), Salih Hermî (Ebû Emar), Eymen Şerawî (Ebsî), Umer Mihemed Hesen (Nemir) û Ehmed Ehmed (Ebû Munzer) ji ber Şaredariya Gel a Eyn Îsa wergirt û bir gundê Hukumiye.

Şervanên QSD´ê li şehîdgehê rêûresmeke eskerî kir û belgeyên şehadetê jî dan malbatên şehîdan.



100 sivîlên din hatin rizgarkirin



Şervanên QSD´ê ji bo ku sivîlên çeteyên DAIŞ´ê wan weke mertalê zindî bi kar tîne rizgar bike, operasyonên taybet bi rê ve dibe. QSD bi tîmên taybet doh pirraniya wan jin û zarok 100 sivîl li taxên Nehda û Berîd rizgarkirin. Li navenda bajêr şer dewam dike û operasyonên rizgarkirina sivîlan jî pê re.