Êrîşa dewleta Tirk a li dijî Şengalê, li bajarê Elmanyayê Bremenê bi meş û mîtîngekê hate şermezarkirin.

Kurdistaniyên ku li ber mifteya eyaletê li hev civiyan heta ber avahiya parlamenê meşiyan û mîtîngek li dar xist. Qisekeran diyar kir ku dewleta Tirk di bin sîwana NATO’yê de ji bo qirrkirinê bi salan e ku êrişî gelê Kurd dike.

Hate gotin,  şehîdkirina Endamê Koordînasyona Civaka Êzîdî û Konseya Rêveber a KCK’ê Zekî Şengalî (Îsmaîl Ozden) dewama vê polîtîkaya qirrkirinê ye: “Dewleta Tirk nikare xwe li têkçûna çeteyên DAIŞ‘ê ragire, lewma ev êriş pêk anî.”

Çalakgeran destnîşan kir ku ev êriş li dijî hemû pêk hate û destketiyên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê hatiye kirin. Çalakî bi gotina sloganan qediya.

 

ANF/BREMEN

 
 

Serkêş Tirkiye ye

   

Kurdên li navçeya Novo Aleksandrovskiy a herêma Stravrapol a Rûsyayê daxuyaniyek dan çapemeniyê û komkujiya li Şengalê şermezar kir. Kurdan endamê Koordînasyona Civaka Êzîdî û Endamê Konseya Rêveber a Şengalê Zekî Şengalî bi bîr anîn û ji bo mezinkirina têkoşîna wî bang kir.

Siyasetmedarê Kurd Adil Cotkar diyar kir ku dijminên gelê Kurd dest bi êrişên giran kirine û serkêşê van êrişan jî dewleta Tirk e.

Hevserokê Meclîsa Kurdan a Novoaleksandrovskê, Huseyîn Çerkez jî bi navê Kurdên li Novoaleksandrovskê êriş bi tundî şermezar kir û got, ew ê xwedî li têkoşîna şehîdan derkevin.

 

MOSKOV