Endama DAIŞ’ê Omaima Abdi ku welatiya Elman e, derketibû holê ku piştî li Sûriyê tevlî nav refên çeteya DAIŞ´ê bû, vegeriyaye bajarê Elmanyayê Hamburgê. Niha jî eşkere bû ku hêzên ewlekariyê yên dewleta Elman ew weke tehlûke nenirxandine, û pêwîstî bi ti lêpirsînê nedîtine.
Dewleta Elman ku sembolên YPG/YPJ’ê qedexe dike, û hewl dide piştgiriya bi hêzên demokratîk ên li Sûriyeyê krîmînalîze bike, li dijî çeteyên DAIŞ‘ê ku dijminê mirovahiyê ne, xwe tev jî nade.
Nûçegihana televîzyona El-An Jenan Moussa beriya çendekê derxistibû holê ku çeteya DAIŞ’ê Omaima Abdi piştî ku Reqa ji aliyê hêzên QSD’ê ve hate rizgarkirin, vegeriya Elmanyayê û weke ku tiştek nebûye li jiyana xwe ya berê vegeriyaye.
Koma Partiya Çep a li Meclîsa Eyaletê ya Hamburgê rewşa welatiya Elman Abdi xist rojeva meclîsê û parlamenter Cansû Ozdemir pêşnûma pirsek da rêveberiya eyaletê. Di pêşnûma pirsê de ku Hevseroka Koma Partiya Çep Cansû Ozdemîr li têkiliya Omaima Abdî ya bi DAIŞ’ê re pirsî.
Hikûmeta eyaletê jî ku ji Partiya Sosyal Demokrat (SPD) û Partiya Keskan pêk tê, bersiveke sosret da pêşnûma pirsa Ozdemîr. Hikûmeta Eyaletê îdîa kir ku Abdi ya DAIŞ‘î ji bo ewlekariyê bi tehlûke nîne, lewma hêzên ewlekariyê ew di sîstema RADAR-iTE de bi cih nekiriye.
Ozdemîr ev yek bi tundî rexne kir û got, “Bersiva hikûmeta eyaletê ji bo mirovên êşkence ji DAIŞ‘ê dîtin û qurbaniyan, bersiveke giran e.”
Ne tenê giran e, eyb e jî. Lewma DAIŞ´iya Elman Jennifer W. tenê di encama tesadufekê de ji ber sûcê şer hat girtin û li Munchenê wê bê dadgehkirin. Belkî mexdûr karibin Omaima Abdi jî nas bikin, ku zilm li wan kiriye. Lê hêzên ewlekariyê yên Elman wê weke tehlûke ji ewlekariya dewletê re nabînin.
HAMBURG