Rayedarên Belçîkî îdîa kirin ku çeteyên DAIŞ‘ê ji bo komkujiyan bikin komek ji endamên xwe di ser Tirkiyeyê re şandiye Ewrûpayê. Li gorî nûçeya rojnameya La Derniere Heure, ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên ji Navenda Krîzê ya Belçîkayê, rayedarên îstîxbarata Belçîkayê agahiya ‘DAIŞ plana êrîşê dike’ ragihandiye polîsan. 

Li gorî nûçeyê çeteyên DAIŞ‘ê destpêka vê mehê ji Sûriyeyê bi rê ketinbe û plan dikin li Belçîka û Fransayê komkujiyan bikin. Hat îdîakirin di destê vê komê de çekên di êrîşan de bi kar bîne hene, û ‘her gavê’ dikare êrîş bike.

Li Fransayê piştî komkujiya Charlîe Hebdo ya 7’ê Çileyê, di 13’ê Mijdarê de li Parîsê 130 kes di 6 êrîşan de hatibûn qetilkirin. Li Belçîkayê jî di êrîşên xwekujî yên 22’ê Adarê yê li balafirgeh û metroyê de 32 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.


Hejmara Selefiyan li Berlînê zêde bû

Li gorî rapora Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn a Eyaleta Berlînê ya sala 2015’an, xetera sereke zêdebûna endamên ‘Selefî’ û komên tund ê rastgir ên Elman e.

Li gorî raporê, heta Gulana 2016’an hejmara Selefiyên li Berlînê 710 e û ji van 380 ji bo lidarxistina ‘çalakiyên şîdetê amade ne’. Di raporê de hat destnîşankirin, di salên dawî de 110 selefî ji Berlînê çûne welatên Rojhilata Navîn.

Li gorî raporê di semînerên li Mizgefta El Nûr a li Neukollnê, li Mizgefta Es Sahaba ya li Weddîngê û li Mizgefta ser bi komeleya Fûssîlet 33 a li Moabitê, propaganda komên tundraw hatiye kirin. 


 BRUKSEL / BERLÎN