Mele Tofîq yê ku li wargeha penaberan a Ş. Rûstem (Mexmur) meletiyê dike, bi awayek tund kiryarên DAİŞ’ê şermezar kir û destnîşan kir ku îro li ser navê îslamiyetê, misilmantiyê kesên bi navê DAÎŞ kar dikin hemû ji bo xapandinê ne û wiha axivî: “Li gorî ku rebîlalemîn di qurana pîroz de gotiye, dînê rast û dirûst ew e ku ji aliyê xweda ve hatiye dayîn. Hinek kes yan jî komên ku rabûne li ser navê îslamiyetê kiryarên nebaş dikin û ev jî hemû derew û xapandin e.” Tofiq anî ziman ku pêxember (ss) gotiye ew kesê ku xiyanetê, zilmê, derew û heqaretê li îslamê bike ne ji îslamê ye û divê kes dest dirêjî mafê kesekî neke, çi misilman be yan jî ne misilman be."
Di Qûranê de zor nîne
Her wiha Mele Tofiq mînakek ji pêxember (ss) anî û got: "Pêxember (ss) dema leşkeran rê dikir digot pêwîste hûn zarok, kal û jinan nekujin, ziyanê nedin tu cihekî, tu cihî xirab nekin û neşewitênin.” Tofiq got ne di îslamiyetê de ne jî di dînên din de kuştinên bi vî awayî tunene, tenê em dikarin bêjin ev bê dînî ye û zilm e. Her wiha Tofiq got di qurana pîroz de hatiye nivîsîn ku di îslamyetê de zorî nîne. Çênabe misilman ji kafiran re bêjin divê tu werî ser dînê me, yan jî wana qetil bikî, hemu kîryarên bi vî awayî neheqî û heqaret in."
Her tişt xwedî maf e
Mele Tofîq got li gorî îslamiyetê ne tenê mirov, lawir û hemu xweza xwedî maf e û wiha pê de çû: “Ew kesê ku ji xwe re li dînek din bigere û navê îslamiyetê li ser wî dînî bike bi tu awayî nayê qebulkirin. Kiryarên tên kirin hemû ji xirabiya îslamê ne, daku hatina îslamê bikeve bin destê wan bê guman îro wisan jî lê hatiye. Divê herkes li hemberî van kiryaran bisekinin û ji ber ku ev di însaniyetê de nine, ji bo wê ferze ku li hemberî vane şer bê kirin. Mele Tofîq diyar kir ku mirov çi bi saxî yan jî mirî be li gorî ku qûran dibêje bi qedr e. Çênabe heqaret li miriyan bê kirin, şikênandina hestiyê miriyek tê wateya şkênandina hestiyê destê mirovekî sax. Ji bo wê divê herkes hişyar be û rê liber vane bê girtin."
Qedrê Remezanê bizanin
Mele Tofîq herî dawî bi hatina meha Remezanê re jî got, her mirov emrê xwedê qedir dike, kesê ku ji xwêdê bitirse wê xweda alîkarî wî be û wiha dewamkir: “Pêxember (ss) gotiye destpêka Remezanê rehmet e, nîva remezanê efûkirine û xilasiya wê jî xilasbuna ji cehenemê û ezabê ye.” Tofîq got şeva leyletilqedir di meha Remezanê de ye, îbadeta şeva Leyletilqedirê qasî 83 salane û bila kesên ku ji hev aciz, bi hev nexweş, selaheta xwe bikin û bi hevre başbin.
DIHA/MEXMUR