Di şerê li Reqayê de per û doh herî kêm 48 çeteyên DAIŞ´ê hatin kuştin. Êrişa DAIŞ´ê a li Şedadê jî şikest û di encamê de herî kêm 12 çeteyên wê hatin kuştin. Sed sivîlên din jî ji destê çeteyan hatin rizgarkirin. 

Pêngava Cenga Mezin a rizgarkirina Reqayê di roja 84`an de bi dijwarî dewam dike. Li taxa Kevin a li aliyê rojhilatê Reqayê di şer de ku pêr bi şev li taxê rû da, du jê sekvan 21 çeteyên DAIŞ´ê hatin kuştin. Li heman taxê maşîneyeke DAIŞ’ê ya cebilxaneyê hat rûxandin. 

Li taxa Mirur a milê rojavayê Reqayê, di şer de, şervanên QSD`ê nexweşxaneya zarokan bi temamî ji DAIŞ`ê rizgar kir. Li vir jî 16 DAIŞ´î hatin kuştin. Li taxa Nehda ya li milê rojava yê Reqayê jî şervanên QSD`ê bi pêş ve çûn û gelek nuqteyên li taxê ji çeteyan rizgar kirin. Li vê taxê jî, di şer de herî kêm 11 çeteyên DAIŞ´ê hatin kuştin.


Sed sîvîlên din azad in 

Tîmên taybet ên rizgarkirina sivîlan ên QSD'ê jî doh li taxa Rewda ya li bakurrojhilatê Reqayê 100 sivîl rizgar kirin. 

Şervanên QSDʹê rojane bi dehan welatiyên sivîl ji taxên Reqayê rizgar dikin. Tîmên taybet ên rizgarkirina sivîlan ên QSDʹê doh danê sibehê 100 sivîlên din jî ji taxa Rewda  rizgar kirin. Di nava van sivîlan de birîndar û hin kesên ku çeteyên DAIŞʹê êşkence li wan kirî jî hebûn.

Şervanên QSDʹê sivîlên birîndar rakirin nexweşxaneyan û sivîlên din jî birin cihên ewle.


Li Şedadê tenê termên xwe hiştin

Li aliyê din, çeteyên DAIŞʹê li dijî navçeya Şedadê êrîş kirin. Şervanên QSDʹê bersiv da êrîşa çeteyan û di encamê de êrîş bi temamî hate şikandin û herî kêm 12 çete hatin kuştin.

Çeteyên DAIŞ`ê pêr bi şev saet 22.00ʹan êrîşî navçeya Şedadê ya ser bi Kantona Hesekê ya herêma Cizîrê kir.

Şervanên QSDʹê demil dest li êrîşa çeteyan vegerand û di navbera şervanan û çeteyan de şer qewimî. Şerî heta danê sibehî dewam kir û herî kêm 12 çete hatin kuştin. Êrîşa çeteyan bi temamî hate şikandin.

Di êrîşa çeteyan de 9 şervanên QSDʹê û 3 sivîl jî birîndar bûn. Birîndar ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyan.


REQA/ŞEDADÊ