Operasyona ‘Cenga Mezin’ bi pêş ve çûna Hêzên Sûriye Demokratîk (QSD) di roja xwe ya 38’emîn de didome. Şer li rojava û başûrê Reqayê giran bûye û QSD’ê rojhilatê bajêr û Reqaya kevin bi giştî xistiye bin kontrola xwe. Çavkaniyên QSD’ê ji sengerên şer ragihandin ku ji pêr ve 40 çeteyên DAIŞ’ê hatine kuştin û rizgarkirina sivîlan a bi destê QDS’ê jî didome.

Doh li taxa El-Rewda ya bajarê Reqayê di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAIŞ’ê de şerên giran qewimîn. Di vî şerî de hat zelalkirin ku 17 çete hatine kuştin.

Li bereyên rojhilat û rojava yê bajarê Reqayê, pêr saet 21:30´an şerekî dijwar rûda. Li taxa Al-Dereayê ku li rojavayê bajêr e, şervanan derbên giran li çeteyan xistin. Di vî şerî de 11 çete hatin kuştin û termê 3 çeteyan tevî gelek çek û cebilxaneyan hatin desteserkirin.

Tîmên taybet ên QSD'ê jî di heman demê de zêdeyî 1000 sivîlî ji taxên Al-Dereay û Al-Teyarê rizgar kirin û birin cihên ewle. Di dema rizgarkirina sivîlan de çeteyan gule li wan reşandin û di encamê de gelek sivîl birîndar bûn.

Li taxa Reqa Kevn a li rojhilat û li taxa Rewda ya li bakurrojhilatê bajêr jî şerekî dijwar qewimî. Di vî şerî de 12 çete hatin kuştin, 2 hawanên 80 mm û hin çekên sivik ên çeteyan ketin destê şervanên QSD’ê.


Erebeyeke bombebarkirî hat girtin

Şervanên QSD’ê li taxa El-Diriye ya rojavayê Reqayê erebeyeke çeteyan a bombebarkirî destser kir. Di dîmenekî ji şerê Reqayê de, erebeya behsa wê kirî, diyar dibe ka çawa tîmên pispor teqemeniya wê bêtesîr dikin.

Malbata dayîka bi navê Fatma El-Hemed ji bajaroka Cezra ya Dêra Zorê ye ku di pêngava sêyemîn a Hemleya Xezeba Firatê de hate rizgarkirin. Çeteyên DAIŞ´ê êrîşî bajarokê wan dikin û welatiyan hedef digirin. Çeteyan mala Dayîka Fatma bi hewanan topbaran kir. Di encamê de hemû endamên malbatê birîndar bûn.

Dayik Fatma û hemû endamên malbata wê ji bo dermankirinê anîn nexweşxaneya Hikmê ya bajarê Hesekê. Fatma têkildarî bûyerê ji ajansa nûçeyan ANHA’yê re axivî û diyar ki ku pêr êvarê komeke çeteyên DAIŞ’ê hewl daye bikeve bajarokê wan û malên sivîlan bi hawanan topbaran kir.

Di topbarana mala Fatma de 3 jê zarok bi giştî 5 endamên malbatê birîndar bûn. Welatiyên bajarok û şervanên QSD’ê berê xwe dan cihê bûyerê û birîndar rakirin nexweşxaneya Hikmê ya Hesekê.  Hat zanîn ku rewşa birîndaran giran e. 


 REQA