
´Tirkiye DAIŞ diajo ser Kurdan´
Niha DAIŞ ev cara sêyem e êrîşî Kobanê dike. Cara yekem êrîş kir encam ne girt, cara duyem êrîş kir dîsa encam negirt û ev cara sêyem e bi quweteke hîn mezintir êrîşî Kobanê dike û dixwaze Kobanê dagir bike. Ger DAIŞ ev çend li ser Kobanê disekine, ev daxwaza hin dewleta ne, ev ne tenê daxwaza DAIŞ’ê ye û bi quweta xwe nayê ser Kobanê. Hinek vê dixwazin, di serî de jî dewleta Tirkiyeyê vê dixwaze. Ji ber ku dewleta Tirkiyeyê DAIŞ bi hemû alî ve mezin kir û kir quwet û cesaret da DAIŞ. Bi esasî yê ku DAIŞ diajo ser Kobanê dewleta Tirkiyeyê ye. Ev bi hemû alî ve derket holê. Heta ragihandinên dinyayê jî dibêjin Tirkiye bi her alî ve alîkariya DAIŞ dike, bi DAIŞ dixwaze derbê li Kurdan bide. Dewleta Tirkiyeyê ji bo Kurdan dijminiyê esas digire, wê çawa bikarin statuya Kurdan ji destê wan werbigirin, wê çawa bikarin destketiyên Kurdan ji destê wan bigirin vê esas digirin.
´Êrişî vîna Kurdan dikin´
Bayik destnîşan kir ku Ahmet Davûtoglû berî du salan gotibû ku ‘em tu carî van kantonan nas nakin´ gelê Kurd ku xweseriya xwe çêbike, rêveberiya xwe çêbike em ti carî qebûl nakin’. Bayik wiha got: “Ev yek îro diyar dibe. Ya li Kobanê diyar dibe ev e, esas li pişt şerê ser Kobanê Tirkiye heye. Beriya êrîşê Kobanê bikin rayedarên Tirk ji bo Kantona Kobanê xeber şandibû û ew tehdit kiribûn. Gotibûn ‘kî li Silêman Şah bide, em ê li wî bidin.’ Silêman Şah dest DAIŞ de ye, ne dest gelê Kobanê de ye. Ew peyam bû, ew tehdit bû, yanî hûn tiştek bikin, li ber xwe bidin em ê êrîşê we bikin, wateya wê ev e. Jixwe bi trênan jî gelek çek, cebilxane û tang derbas kirin. Li nêzî Girê Spî gundê Keraba ku li vir îstasyona trênê jî nîne, trên li vir sekinandin û ew çek û cebilxane teslîmê DAIŞ kirin.”
´Tirkiye xirab dilîze´
Bayik bal kişand ser danustandinên Tirkiyê bi Emerîkayê re jî û got: “Niha Tirkiye bi Amerîka û koalîsyonê re bazarê dike. Ev bazara çiye, ew jî bedela DAIŞ Kurdan têk bibe ye. Ev jî tê wateya ger ku hun dixwazin ez bikevim koalîsyonê, dijî DAIŞ bi sekinim wê demê li dijî Kurdan jî divê hun daxwazê min pêk bînin, divê hun li kantonan xwedî dernekevin, li Rojava xwedî dernekevin. Li PKK’ê xwedî dernekevin û alîkarî nekin. Tirkiye li gel vê dixwaze çi bike, dixwaze qadeke tampon çêbike. Wê vêna jî çawa çêbikin, wê bi DAIŞ çêbikin. Wê DAIŞ bajon ser Kurdan, bi DAIŞ gundan, bajaran vala bikin ji bo ku bikarin tampon pêş bixin. Tirkiye dibêje ev çend koçberî çêbû, ji bo tehdit heye divê ji bo min herêma tampon çêbibe. Di bin vê yekê de dixwaze tevahî herêma Rojava bêxin dibin kontrola xwe de. Dixwaze ew hemû destkeftî û rêveberiya çêbûye têk bibe. Dixwaze wan herêman bixe di destê xwe de, ev e hedefa Tirkiyeyê.”
´Tirkiye DAIŞ mezin kir´
Bayik destnîşan kir ku Tirkiye bi her alî ve parastina DAIŞ dike û dixwaze bi DAIŞ hedef û armanca xwe pêk bîne û got: “Yek dixwaze statuya Kurd ji holê rake, ya din dixwaze di siyaseta Rojhilata Navîn de giraniya xwe çêbike, ji bo wê jî DAIŞ dike bazar. Pêş vê jî dixwaze Kurdan, Rojava û PKK’e bike qurban. Hemû kes dizane Tirkiyê DAIŞ mezin kir, pêş xist û Tirkiye wan diajo ser Kurdan. Yê ku çek dide, cebilxane dide, erzaq dide, birîndarên wan tedawî dike, dîsa yên ku ji welatên derve tên Tirkiye wan dihewîne, derbasî Rojava û Sûriyeyê dike, wan perwerde dike, qampên wan hene li aliyê Bakur, Tirkiyê dîsa subayên Tirk wan perwerde dikin, heta di nav DAIŞ di şer de cih digirin. DAIŞ jî petrolê erzan dide Tirkiyê, Tirkiye di aliyê aborî de ji vê sûd digire. Ji bo wê li tevahê dinyayê krîz heye, lê li Tirkiyeyê nîne, ji ber ku petrolê erzan werdigire. Di bazara Başûrê Kurdistanê de mîlyaran qezenç dike û bi vêna îxtîdara xwe xûrt dike.”
´DAIŞ li dijî îslamê ye´
Bayik bibîrxist ku DAIŞ ne tenê Kurdan, hemû gelan hedef digire, hemû tiştên pîroz ên gelan ji holê radike. Bayik wiha dirêjî da axaftina xwe: “ DAIŞ ne tenê êrîşî Xiristiyanan, Asûriyan, Sûryaniyan, Êzidiyan dike, êrîşî Mûsilmanan jî dike. Hemû cihên wan ên pîroz diteqîne, ji holê radike. Eleqeya gelan, olan ji dîrokê qut dike, ji çandê qut dike, mirinê çêdike. Ji bo wê DAIŞ faşîzmê bingeh digire. Siyaseta DAIŞ siyasetekî faşîzmê ye. Di dîrokê de weke ku Moxolan talanî, dagirkerî dikirin û cihên diketinê tiştek ne dihiştin. Hemû cih dikirin çol. Niha ev jî wê esas digirin, eynî wê dikin û ti eleqeyê xwe bi Îslamyetê re nîne. Heya ku tiştên dikin zerarê didin Îslamiyetê. Ji ber ku hemû kes dibîne van tiştan bi navê Îslamyetê dikin. Hinek hêz ji DAIŞ sûd digirin û êrîşê çand û dîroka Rojhilata Navîn dikin. Ji bo wê DAIŞ dijminê jinane, ola ye, çanda ye, dîrokê ye û dijminê Îslamiyetê ye.”
´DAIŞ li başûr e´
Bayik destnîşan kir ku çeteyên DAIŞ´ê li başûr jî hene û derbarê roja Kurdên başûr de ev xal destnîşan kir: “ Di dîrokê de lehengiya li dijî desthilatdarî, zilmê û dagirkeriyê rola Stalîggrad lîst, îro Kobanê jî Stalîngrad e. Stalîngrad çawa encam girt wê Kobanê jî wisa encam bigire. Hêzên YPG/YPJ û YBŞ li Şengalê xwedî li gel derketin. Ne hişt rûmeta mirovatiyê, herêmê û heta PDK bikeve bin lingan. Divê partiyên Kurd ên başûrê Kurdistanê jî, li dijî DAIŞ helwesta xwe xurtir bikin. Ger dixwazin erka xwe ya neteweyî pêk bînin, eger dixwazin alîkariya Kobanê bikin, wê wiha bikin. Ji ber DAIŞ li başûr jî heye, divê li vir li her qadê li dijî DAIŞ şer û berxwedan bikin. Eger wisa bikin wê ev rêxistina çete têkbiçe. Alîkariya ji bo Kobanê wisa dikarin bikin. Ger hun bikin li Başûr bikin. DAIŞ li Başûr e. Welatparêzî, siyaset û exlaq vê dixwaze.”
LALÎXAN MIHEMED