Bîlançoya komkujiya ku DAIŞ’ê pêr êvarê li Dêra Zorê li dijî sivîlên ji rejîmê û êrîşên DAIŞ‘ê direviyan û berê xwe dabûn herêmên QSD’ê, gelekî giran e. 

Çeteyên DAIŞ‘ê beriya bi sê rojan êvarê yek ji mezintirîn komkujiyên xwe yên li dijî sivîlan kir. Li Dêra Zorê, sivîlên ku ji bomberdûmana balafirên şer ên rejîmê û ji êrîşên çeteyên DAIŞ‘ê reviyan û berê xwe dan herêmên QSD’ê, careke din bûn hedefa DAIŞ’ê.

Li herêma navbera Konika û Cefrayê, sivîlên ji Dêra Zorê hatibûn, dema ku di benda kontrolê ya QSD’ê re derbas dibûn, çeteyên DAIŞ‘ê wesaîteke bombebarkirî di nava wan de teqand. Ji ber teqînê agir bi 20 wesaîtên ji Dêra Zorê ên sivîl di wan de ket.

Hemû wesaîtên li cihê bûyerê tevî sivîlên di wan de şewitîn û bûne xwelî. Li gorî agahiyên gihîştin ber destê ANF´ê, bi qasî 200 sivîlî jiyana xwe ji dest daye. Tevî ku nediyar e jî, kesek bi saxî ji cihê bûyerê nefilitî. Ji ber teqînê her wiha hin sivîlên li derdorê jî birîndar bûn.


2 şervanan jî jiyana xwe ji dest da

Ji ber teqînê, 2 şervanên QSD’ê yên li benda kontrolê ya QSD’ê bi erka xwe radibûn, şehîd bûn.

Her wiha derket holê, ku piştî teqandina wesaîta bombebarkirî ya li nava sivîlan, wesaîteke din a bombeyî berê xwe daye nuqteyên QSD’ê û şervanên QSD’ê ew wesaît îmha kirine.

Bîlançoya ku heta niha hatiye zelalkirin ev e. Lêkolîna hêzên QSD’ê û Asayîşa Dêra Zorê li ser encamên bûyerê dewam dike. 



ANF / DÊRA ZORÊ