Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî diyar kir ku koordinasyona wan û Koalîsyona Navneteweyî ya serkêşiya wê Emerîka dike, bi awayekî xurtir wê dewam bike û got, di encama wê de plansaziyên baştir derdikevin holê.
Fermandarê giştî yê QSD´ê Mezlûm Ebdî derbarê qewimînên dawî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û têkiliyên QSD’ê bi Koalîsyona Navneteweyî re piştî bidawîkirina DAIŞ’ê ji rojnameya El-Heyat re axivî.
Bi sala nû re mizginiya rizgariyê
Mezlûm Ebdî got, niha rêxistina terorîst a DAIŞ tenê di berîkeke piçûk de li bajarê Hecîn û gundewarên wê li rojhilatê bajarê Dêra Zorê sînordar bûye û wiha peyivî: “Em amadekariya qonaxa dawîn a pêngava Bagera Cizîrê dikin û di vê qonaxê de Hecîn dê were rizgarkirin û paqijbûna giştî ya rojhilatê çemê Firatê ji terorê dê were ragihandin. Em guman dikin ku bi hatina sala nû 2019’an re tevahiya herêmên me rizgarkirî bin.”
Plansaziyeke nû
Mezlûm Ebdî piştrast kir ku ew bi hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya bi serkêşiya Emerîkayê re di nava koordîneyê de ne û wiha pê de çû: “Plansaziyên me bi Koalîsyona Navneteweyî re yên hevbeş hene da ku piştî hebûna eskerî ya eşkere ya DAIŞ’ê were bidawîkirin, xebat bêne meşandin. Armanc ji van bername û plansaziyên hevbeş ew e ku rê li pêşiya derketineke nû ya rêxistinên terorîst were girtin. Her wiha ji bo çespandina aramî û ewlehiyê li bakurê rojhilatê Sûriyeyê, nemaze bi rêya avakirin û perwerdekirina hêzên ewlehî û eskerî yên pispor û alîkariya bipêşxistina rêveberiyên xweser ên herêmî ku li herêmên rizgarkirî hatine avakirin ku rêveberiya van herêman girtine ser milên xwe.”
NAVENDA NÛÇEYAN