Mazlum Şengal anî ziman ku DAIŞ’ê xwestiye vê meha dawiyê li ser wan êrîşên cur be cur pêk bîne û axaftina xwe wiha domand: “Xwestin eniyên di destê me de hene bigrin. Me jî bi berxwedaneke mezin ev êriş şikandin. Me jî li dijî wan êrîşên cuda pêk anîn. 16 çete hatin kuştin û 6 termên wan jî ketin deste me de. Di heman demê de gelek birîndariya wan jî hebûn. Yê ku mane jî paş de reviyan.”
Fermandarê YBŞ’ê diyar kir ku tenê beşeke Şengalê di destê çeteyan de ye û wiha pê de çû: “Me hinek herêmên Şengalê dorpêç kirine. Ew dorpêçkirin ji bo hatin çûyîna wan û hem jî ji bo teqwiyeyê astengiyek mezin ji wan re çêdike. Ev ji bo wan darbeyek pir mezin bû. Me hinek sabotaj û sergirtinên cûda li ser çeteyan kir. Tiştê ku derket holê, êdî nikarin li berxwe bidin. Ew hezê wan şikest.” Şengal anî ziman ku wê êrîşên cur be cur li ser çeteyan pêş bixin û got: “Emê çeteyan ji Şengalê derbixin. Emê çeteyan li ser axa xwe ya pîroz ji Kurdîstanê bavêjin. Armanca me ya bingehîn ev e. Me di vê mehê de ji Barê û Şîlo bigre heta Şengalê, bi taybet di xeta navbera Tilafer û Şengalê de li ser DAİŞ’ê êrîş pêk anî. Bi wan êrîşan pir lewaz bûn. Elbet emê meha li pêşiya me de jî hê bêtir bi taktîkên berfirehtir û êrîşên mezintir, xwe amade bikin. Ji bo vê jî kozikên di destê me de hene, emê hîn xurtir bikin. Li ser vî bingehî jî em xwe hem di aliyê rêxistinî û hem jî di warê leşkerî û xwe parastinê de perwerde dikin.”
‘YBŞ mîsogera azadkirina Şengalê ye’
Fermandar derbarê tevlîbûnên nava YBŞ’ê de jî wiha vegot: “Azadiya Şengalê encex bi YBŞ‘ê re dikare mîsoger bibe. Divê keç û xortên Êzîdî were parastina gelê xwe, rumeta û nirxên Êzdatiyê biparêze. Di serî de em bang li tevahî gelê Kurd dikin ku piştgiriya xwe ya ji bo berxwedana Şengalê qut nekin. Em dibêjin werin tevlî vê berxwedanê bibin. Werin ji bo Laleşa me ya pîroz, Ezidxana pîroz û Şengala bi rûmet tevlî vê berxwedanê bibin. Werin xwedî li rûmeta xwe, şeref, ax û nirxê xwe derkevin û biparêzin.”
NÛJİYAN ERHAN/JÎNDA ASMEN/ROJNEWS/ŞENGAL