Şervanên QSD`ê li rojhilatê Meyadînê du gund ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin. i aliyê din çeteyên tengav dibin, hewldanên xwe yên li dijî sivîlên deverê zêde dikin. Di êrişa li dijî sivîlên hewl didan xwe bigihînin herêmên ewle yên di bin kontrola QSD´ê de, 20 kesan jiyan xwe ji dest da.

Pêngava Bagera Cizîrê ku di roja 70`yî de didome, serketinên şervanên QSD`ê li hemberî çeteyên DAIŞ`ê jî dewam dikin. Pêr bi şev, şervan bi pêş ve çûn û gundê El-Teyan ê 8 kîlometreyan li rojhilatê bajarê Meyadînê ye û gundê Işnan ê 10 kîlometre li rojhilatê Meyadînê ye, ji çeteyên DAIŞ` hatin rizgarkirin.

Di her du gundên navbirî de, şer di navbera şervanên QSD û çeteyên DAIŞ`ê de rû da. Di encamê de, 5 çeteyên DAIŞ`ê hatin kuştin, erebeyeke doçka li ser jî hate rûxandin. Her wiha erebeyeke bombebarkirî jî kete destê şervanên QSD`ê.

Bajarê Meyadîn bi xwe 45 kîlometreyan li rojhilatê Dêra Zorê ye.


Komkujiyeke din li dijî sivîlan 

Çeteyên DAIŞ‘ê li Dêra Zorê komkujiyeke din li dijî sivîlan kir. Di komkujiyê de herî kêm 20 sivîlan jiyana xwe ji dest da. 

Li bejahiya Dêra Zorê, çeteyên DAIŞ’ê doh piştî nîvrojê li gundê Feracê ku di navbera şirketên Cefra û Konîka de ye, wesayîteke bombebarkirî di nava sivîlan de teqand. Di encama teqînê de 20 sivîlan jiyana xwe ji dest da, 30 sivîl jî birîndar bûn. n DÊRA ZORÊ