Neteweyên Yekbûyî (NYD ragihand ku 550 malbat ji aliyê DAIŞ’iyan ve hatine dilgirtin. Di daxuyaniya doh a li ser navê Neteweyên Yekbûyî de hate destnîşan kirin ku tê payîn ji bo mîna mertalê zindî bikar bînin ev sivîl dîl hatine girtin û li nêzî biryargeha DAIŞ’ê tên rewestandin. Nûnerê NY Rawîna Shamdasani ragihand ku îdîayên ku li gundê derdorê jî îdîya ku 40 sivîl hatine qekiltirin gihiştine wan û van îdîayan lêkolîn dikin.
Di çerçoveya tevgera 5 rojan a operasyona rizgarkirina Mûsilê de 30 gund hatiye rizgar kirin. Cigirê Serfermandarê Leşkerî yê herêma Başûrê Kurdistanê Cemal Emînkî ji eniya şer daxuyanî da rojnamevanan. Emînkî restnîşan kir ku bi standina gundên Navêran re cihekî stratejîk bidest xistine û 10 kîlometreyî nêzî navenda bajêr bûne.
MÛSIL