Pêngava azadkirina Reqayê "Cenga Mezin" di roja 33’yemîn de li eniyên rojava, rojhilat û başûr bi pêş ve diçe. Şervanan sûrên dîrokî ku li eniya rojhilat in jî derbas kirin û ber bi navenda bajêr ve diçin. Piraniya sûrên dîrokî di bin kontrola şervanên QSD'ê de ne. Li Taxa Deriyê pevçûnên dijwar diqewimin.
Sûrên dirêjahiya wan 11 kîlometre û bilindahiya wan 7 metre ne û wek Taxa Reqaya Kevn tê nasîn, niha gav bi gav tê azadkirin. Şervanên QSD'ê ber bi Keleha Harîn Reşîd ku li navenda bajêr e diçin û hindik maye ku temamiya kelehê dorpêç bikin. Ji bo pêşveçûyîna QSD'ê rawestîne DAIŞ li hêla Deriyê Bexdayê bi awayekî dijwar êrîş dike.
Li hemberî sekvanan, bombeyên li balafirên keşfê hatine barkirin û çekên fuzeyî yên DAIŞ'ê, li eniyên herî pêş wesayîtên zirxî yên ku YPG çêkirine cih digirin. Li eniyên pêş liv û tevgera pevçûnan baş tê dîtin û her wiha li Taxa Sînaa û Taxa Reqaya Kevn qadeke mezin ji bo saziyên çapemeniya navnetewî tê parastin.
Şervanên sivîl rizgar kirin birîndar bûn
Sivîlên ku ji esareta DAIŞ'ê tên rizgarkirin bi hesasiyeteke mezin ber bi qadên ewle ve tên şandin. Her wiha 3 şervanên QSD'ê dema sivîl rizgarkirin bûn hedefa sekvanên DAIŞ'ê û birîndar bûn.
Tax bi tax ber bi azadiyê ve
Yek ji fermandarên ku operasyonê koordîne dike Bilind Serêkaniyê îşaret pê kir ku ji ber sivîlan ew bi hesasî tevdigerin û ew tax bi tax bajêr rizgar dikin. Serêkaniyê êrîşên DAIŞ'ê yên li hemberî Serêkaniyê bi bîr xistin û got ku, moral û motîvasyona wan zaf baş e. Serêkaniyê, dest nîşan kir ku hindik maye bi temamî sûr têkevin bin kontrola wan û ew tax bi tax Reqqayê azad dikin.
NAZIM DAŞTAN/DÎHABER/REQA