
´Kobanê nakeve´
Di daxuyaniya fermandariyê de wiha hat gotin: "Bila gelê Kurd û dostên me qet meraq nekin, wê Kobanê ti caran nekeve. Ketina Kobanê qet û qet ne mimkun e. Li Kobanê wê berxwedana sed salê pêk were û wê Kobanê, ji bo DAIŞ'ê re bibe goristan. Tinebûn û têkbirina DAIŞ'ê wê li Kobanî destpê bike. Her kolanek û her malek Kobanê wê ji bo DAIŞ'ê re bibe goristan. Berxwedana li derdora Kobanê mezin dibe û wê DAIŞ bixîne, têk bibe." Fermandariyê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser îdîa û nûçeyên bêbingeh ên hin dezgehên çapemeniyê ku ev 18 roj in îdîa dikin Kobanê ketiye destê DAIŞ'ê û nerazîbûn nîşanî van îdîayan da.
Di vê der barê de jî fermandariyê got, "Ev tişt ne rast e. Xewn û xeyalên hin derdoran wê pêk neyên. Em weke YPG, ji bo binxistina DAIŞ'ê û pêk anîna serketine hemû tiştên pêwist bikin. Bila baş bê zanîn; Em ê DAIŞ di deşta Kobanê de bişkînin û serketina Rojavayê Kurdistan û ya Sûriyeya Demokratîk û Azad ji tevahî cîhanê re îlan bikin." Fermandariya Biryargeha YPG'ê bang li hemû ciwanên Kurdistanê û ciwanên wekhevî û azadîxwaz kir."
NAVENDA NÛÇEYAN