Di encama operasyona rizgarkirina Minbicê de, çeteyên DAIŞ’ê ku li bajêr hatin dorpêçkirin, li gelek deveran dest bi êrişa kirin. Lê eb êriş jî bê encam man. 

Li gorî nûçegihanên ANHA’yê çeteyên DAIŞ'ê doh ji bajarê Cerablûsê êrişeke sê alî birin ser gundê El-Refîha yê Minbicê, lê her gavê derbên giran dixwin. 

Ev êriş ji aliyê zêdeyî 100 çeteyên DAIŞ'ê yên ji welatên cuda yên cîhanê ve hat kirin. Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bersiv da vê êrişê û derbeke giran li çeteyan xist. Li gorî agahiyên bidestixstî, di şer de li vir 61 çete hatin kuştin. 


81 çeteyên din hatin kuştin

Doh her weha di şerê li derdora navenda Minbicê de jî 81 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin. Li gundê Xirbet El Rûs jî tankek hat îmhakirin. Balafirên hêzên koalîsyonê jî bombe li cihên çeteyan barandin.


Êrişa li dijî gundê Mella Saad hat pûçkirin

Nûçegihanên ANHA’yê ku operesyona Şehîd Fermandar Feysel Ebû Leyla dişopînin, ragihandin ku komek çeteyên DAIŞ’ê di van kêliyan de hewl dan bi dizî derbasî gundê Mella Saad ê rojavayê gundê El-Refîa yê başûrê çemê El-Sacûr, bibin. Lê şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bersiva çeteyan da û şer qewimî. Di encamê de bi dehan çete hatin kuştin û termê gelekan ji wan di destê şervanan de ne. Bi vê yekê re hewldana çeteyan bi temamî vala hate derxistin.


2 tirimpêl hatin rûxandin

Çeteyên DAIŞ’ê bi 2 tirimpêlên bombebarkirî, êrişî gundê Hatim ê 25 km li başûrê bajarê Şedadê kir. Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi her du tirimpêlan hisiyan û beriya bigihîjin armancên xwe, hatin rûxandin.

Piştî vê hewldanê, çeteyan îcar bi rêya bejahî êrişî çeperên şervanan ên li gund kir. Di encama bersivdayîna şervanan de şer qewimî û bi dehan çete hatin kuştin. Ji çeteyên kuştî, termê 11’an di destê hêzên QSD’ê de ye.


'DAIŞ ya wê teslîm bibe yan jî wê tine bibe!'

Berdevkê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş da xuyakirin ku wan li Minbice bi dehan gund û gundik, ku ji qadeke berfireh pêk tê ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kiriye û got, "Ji ber vê yekê çeteyên DAIŞ'ê nahêlin sivîl ji bajêrê Minbicê derkevin. Di heman demê de sivîlan ji xwe re weke mertalên zindî bi kar tînin. Ev rewş ji destpêkê ve li pêşiya me astengiyek e." 

Şervan Derwîş diyar kir ku wan heta niha bi hezaran sivîlên di destê DAIŞ'ê de, rizgar kirine û weha pêda çû: “Her roj, her saet, her kêlî, bi sedan mirovên me ji destê çeteyên DAIŞ'ê direvin û xwe digihînin herêmên azad."


Çete bi sivîlan xendekan didekolandin

Derwîş da zanîn ku çeteyên DAIŞ'ê li qadeke berfireh dest bi êrişê kirine û got, "Lê belê bi berxwedana bi rêbaza fedayî ya şervanên me, ev êriş hatine şikandin, 142 çete hatine kuştin û cenazeyê 89 ji wan ketine kontrola şervanên me."

Berdevkê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş ragihand ku çeteyên DAIŞ'ê niha li Bab û Cerablûsê banga 'seferberiyê' li sivîlan kiriye û bi wan tunel û xendekan didin kolan. Derwîş got, "Li her du bajaran jî xendekên bi qasî 2 heta 4 metreyan dikolin. Lê belê vê yekê dibêjim: Rev êdî ji bo çeteyên DAIŞ'ê ne pêkan e. Çeteyên DAIŞ'ê ya wê teslîm bibin, yan jî wê tine bibin."  


 ANHA/ANF/MINBIC