Jina bi navê Hawjîn Hesen Murad a ku bi eslê xwe ji Îranê ye, ji aliyê hêzên QSD-YPJ’ê ve hatiye girtin. Hawjîn behsa serpêhatiya xwe ya li gel çeteyên DAIŞ’ê kir û diyar kir ku 4 salan di nav DAIŞ’ê de maye û di van salan de jiyan lê bûye dojeh.
Hawjîn Hesen Murad ji Îranê ye. Bavê wê ji Îranê direve û bi malbata xwe re tevlî nav refên çeteya DAIŞ’ê dibe. Bi demê re dê û bavê Hawjînê ji hêla çeteyên DAIŞ’ê ve bi hinceta ku sîxuriya Îranê dikin, tên kuştin. Hawjîn bixwe di temenê xwe yê zarokatiyê de bi darê zorê bi çeteyekî re tê zewicandin. Hawjîn gelek caran hewl dide bireve û di dawiyê de jî bi ser dikeve û xwe digihîne şervanên QSD-YPJ’ê.
Hawjîn dibêje, hevserê wê bi lêdanê birayê wê yê deh salî kuştiye: “Salekê piştî kuştina wan, birayê min ê 10 salî ji aliyê mêrê min ve bi tohmeta çûye di nava xelkê de qala xirabiya wî kiriye, bi awayekî hovane lêdan xwar, Hevserê min êşkence li wî kir. Nêzî 10 rojan birayê min li nexweşxaneyê di komayê de bû. Ji ber ku xwîn çû ser mêjiyê wî, ew mir.
Bi hinceta ku ez çûme cem cîranan û min qala xirabiya mêrê xwe kiriye, wî bi kêrê êrişî min jî kir û lingê min bi giranî birîndar kir. Ew qasî li birayê min ê biçûk xistibû ku her dera wî jî şîn û reş bûbû û lingên wî jî şikandin û niha platîn tê de ye.
Ez 4 salan di nava DAIŞ’ê de bûm. Sala yekê me nedixwest birevin, lê 3 salên din me çend caran xwest, lê vê carê rê tine bû em birevin.”
NAVENDA NÛÇEYAN